Halîde Turkoglû: Xala têkoşîna me ya hevpar aştî ye
Berdevka Meclîsa Jinan DEM Partî Halîde Turkoglû, di civîna Herêma Çukurovayê de diyar kir ku dê qadên berxwedanê berfirehtir bikin û got: "Xala hevpar a ku qadên têkoşîna me dike yek, aştî ye. Em ê destûrê nedin ku hûn bi rêya biryarnameyên zayendî jiyana jinan di nav pergal serdest a mêran de hefs bikin.”

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, di civîna Meclisa Jinan a Herêma Çukurovayê ya ku li Avahiya Bajêr a Edeneyê tê lidarxistin de daxuyaniyek da.
Halîde Turkoglû, destnîşan kir ku wek meclîs civîna herêmê li dar dixin û got: "Em ê li ser berfirehkirina têkoşîna jinan a rêxistinkirî nîqaş bikin. Em ê bi hev re li ser rê û rêbazên avakirina Pêvajoyek Aştî û Civaka Demokratîk a bihêztir nîqaş bikin. Em ê pêşketinên li welat û cîhanê, şeran û bandora wan li ser jinan di hemî aliyên wan de binirxînin. Bi baweriya ku em ê ji vê civînê ku em ê bi berfirehî li ser pirsgirêkên jinan nîqaş bikin, bi planên xurt derkevin, ez careke din bi rêz û hezkirinê we hemûyan silav dikim.
Zindanên Îranê ji bo jin û muxalifan bûne 'îşkencexane'. Rejîma faşîst sûcên li dijî mirovahiyê dike. Li Efganistanê, polîtîkayên zextê yên rejîma Talîbanê li dijî jinan berdewam dikin. Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî jinan divê bi mekanîzmayên navneteweyî werin lêkolînkirin. Şerên ku li Rojhilata Navîn têne kirin, şerên hêzên serdest in, ne yên gel in. Jin li dijî vê yekê berxwedana herî xurt nîşan didin. Jinên îranî rejîma mela naxwazin û jinên afganî li dijî Talîbanê li ber xwe didin. Li dijî rejîma êrişkar û înkarker çaresî israra avakirina jiyaneke azad û wekhev e.
Banga Abdullah Ocalan
Ev ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê pir girîng e. Banga rêzdar Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk bangek ji bo vê jiyanê ye. Banga ji bo bidawîkirina pevçûna 50 salî ya li welêt û ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd di heman demê de bangek ji bo demokratîkbûnê û rakirina astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk e. Hem rêzdar Ocalan û hem jî tevgera wî bi gavên xwe yên dîrokî gelek caran dilsoziya vê bangê nîşan dane. Pêşketina dilsoz a vê pêvajoyê dê bi derxistina qanûnên pêwîst û misogerkirina statuya rêzdar Ocalan pêkan be. Ev yek dê bi afirandina mercek ku rêzdar Ocalan dikare di şert û mercên azad de bixebite, pêk were.
Rewşa girtiyan
Dayikên Aştiyê li van axan têkoşîna herî bi rûmet ji bo aştiyê dimeşînin. Van dayikan, ku di pabendbûna xwe ya bêdawî ya ji bo aştiyê de, heta di demên herî dijwar de jî, qet nesekinîn, careke din rêya gihîştina aştiya rastîn bi van daxwazan nîşanî me hemûyan û bi taybetî siyaseta demokratîk, dan. Em careke din spasiya Dayikên Aştiyê dikin, ku bi xebata xwe ya hêja beşdariya herî mezin ji bo aştiyê kirine û têkoşîna wan silav dikin. Em tiştê ku divê were kirin dubare dikin. Pêwîst e gavên qanûnî werin avêtin. Divê li gorî encamên rapora Komîsyona Parlamentoyê tavilê tedbîr werin girtin. Daxwaza berdana girtiyên nexweş û siyasî divê neyê paşguhkirin. Divê pêkanînên keyfî yên li girtîgehan bi dawî bibin. Binêrin, tehliyeya Nedîme Yaklav a ku 34 sal in li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye, cara 7emîn hatiye astengkirin. Li gel Nedîme Yaklav, berdana sê girtiyên din ên jin ên li Girtîgeha Sîncanê jî di meha dawî de ji ber sedemên keyfî hatiye paşxistin. Divê biryarên keyfî yên ku ji hêla Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên li girtîgehan ve hatine dayîn werin çareserkirin. Nedîme Yaklav û hemû girtiyên siyasî yên ku cezayên wan bi dawî bûne divê tavilê serbest bên berdan.
Polîtîkaya ‘malbatê’ ya desthilat
Peymana Stenbolê di 11ê gulana 2014an de ji bo îmzekirinê hate vekirin. Peymana Stenbolê belgeyeke bingehîn e ku mafê jiyanê yê jinan misoger dike.
Vegera li Peymana Stenbolê ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêdivîyek e. Her çend pêkanîna bi bandor a mekanîzmayên heyî û rêziknameyên qanûnî yên bihêz ji bo parastina jiyana jinan hewce be jî biryarnameyên zayendî ku tên derxistin sûcên li hemberî jinan rewa dikin. Ew qanûnîkirin û fermîkirina sûcên nefretê ne. Polîtîkayên 'Dehsaliya Malbat û Nifûsê’ yên hikûmetê armanc dikin ku jinan ji jiyana civakî dûr bixin û wan di nav malbatê de bigirin. Em ê destûrê nedin ku hûn bi rêya biryarnameyên zayendî jiyana jinan di nav pergal serdest a mêran de hefs bikin.
Krîza aborî û xizanî herî zêde bandorê li jinan dike. Ji her 10 jinan 7 nikarin bigihîjin berhemên paqijiyê. Xizaniya jinan dikare bi karên ewle û polîtîkayên wekhev ên kar were çareserkirin. Jinên hêja; berxwedana ku em di van qadên piralî yên têkoşînê de dikin domdar e. Xala hevpar a ku van qadên têkoşînê dike yek, aştî ye. Rakirina astengî û nezelaliyên di pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir de û pêşveçûna serketî ya vê pêvajoyê, daxwaza me ya hevpar e. Ev banga me ye ji bo jinên ku li malê, li kolanan, li zeviyan, li kargehan û li kampusan berxwe bidin. Werin em di meşên 'Ji bo Aştiyê Gavekê Biavêjin' de, ku dê di 16ê gulanê de saet di 7ê êvarê de di heman demê de li hemû bajaran were lidarxistin, bicivin. Werin em hemû bi hev re daxwaza xwe ya ji bo aştî û civakek demokratîk biqîrin. Ji Qersê heta Îzmîrê, ji Amed heta Stenbolê, ji Edeneyê heta Enqerê, em di meşên ku dê li hemû bajaran werin lidarxistin de gavên xwe ji bo aştî, wekhevî, demokrasî û edaletê biavêjin. Bijî hevgirtina jinan. Jin, jiyan, azadî."
Piştî axaftinê, civîn li pişt deriyên girtî berdewam


