112 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Nêrgiz Mihemedî bang kirin

112 xelatgirên Nobelê têkildarî rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî fikarên xwe anîn ziman û ji bo azadiya wê bang kirin.

1 deqe xwendin
112 xelatgirên Nobelê ji bo azadiya Nêrgiz Mihemedî bang kirin

112 xelatgirên Xelata Nobelê di daxuyaniyeke hevpar de derbarê metirsiya li ser jiyana girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî, hişyarî dan Îranê.

Daxuyanî wiha ye: ‘‘Em bang li berpirsên hikûmeta Îranê û civaka navneteweyî dikin ku bêyî derengketinê, ji bo azadiya Nêrgiz Mihemedî û dabînkirina mafê gihiştina wê ya tenduristiyê gavan bavêjin. Jiyana Nêrgiz di metirsiyeke mezin de ye, ji ber ku çend meh in rê li ber gihîştina wê ya bi çavdêriya bijîşkî ya taybet hatiye girtin. Nabe kes ji ber nêrîn û nerazîbûneke aştiyane yan jî parastina mafên mirovan were girtin, tu girtîgeh nikare xebata ji bo rûmet û dadweriyê bêdeng bike.’’

Kesên ku daxuyanî îmze kirine ev in: 11 xelatgirên Xelata Nobelê ya Aştiyê, 29 xelatgirên Xelata Nobelê ya Fîzîkê, 29 xelatgirên Xelata Nobelê ya Bijîşkiyê, 26 xelatgirên Xelata Nobelê ya Kîmyayê, 12 xelatgirên Xelata Nobelê ya Aboriyê, û 5 xelatgirên Xelata Nobelê ya Wêjeyê.

Hêjayî gotinê ye Nêrgiz Mihemmedî ji sala 1998an û vir ve gelek caran ji ber xebatên xwe yên mafên mirovan hatiye girtin. Ew li dijî cezayên darvekirinê  û nerazîbûna li hember yasayên hicaba bi zorê de aktîf bû.

Bi giştî zêdetirî 44 sal cezayê girtîgehê û 154 qamçî li ser hatine birîn. Nêrgiz Mihemedî di sala 2023yan de Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirtiye, ev jî ji ber xebatên wê yên çend salan ên parastina mafên jinan li Îranê.

Di 1ê gulanê de li girtîgeha Zencanê piştî ku ji hişê xwe çûye, krîza dil derbas kiriye û bi lezgînî rakirine nexweşxaneyeke Zencanê, piştre jî veguhestine nexweşxaneyeke Tehranê.

Di salên borî de rêxistinên mafên mirovan gelek caran bang li hikûmeta Îranê kirine ku girtiyên siyasî azad bike, bi taybetî kesên ku rewşa wan a tenduristiyê xirab e.