Jin bi girseyî ji bo piştgiriya YPJê meşiyan
Bi sedan jin li navenda Zirganê ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û statuya fermî ya di nav destûra nû ya Sûriyeyê de meşiyan.

Jinên li navenda Zirgan û Til Temirê, endamên rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî, ji bo piştgiriya YPJê û daxwazên bo naskirina wan a fermî li Zirganê kom bûn û bi girseyî meşiyan.
Meşê li ber Nanpêjxaneya Jinan a li Zirganê dest pê kir. Beşdaran dirûşmeyên ku daxwaza naskirina YPJê dikin û dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" qîr kirin. Dema ku gihîştin qada Mizgeftê girseya jinan zêde bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Kongra Star Meyla Mano bi zimanê Kurdî û Sîlva Ehmed bi zimanê Erebî daxuyanî xwendin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku di serî de YPJê, divê hemû hêzên ku beşdarî parastina civakî û rûmeta wê bide werin naskirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dûrxistin an jî paşguhkirina vê hêzê neheqiyek li hember dîrokeke fedakariyê ye, di heman demê de bingehên avakirina dewleteke demokratîk a li ser rêgezên edalet û beşdarbûnê xera dike.
Di daxuyaniyê de ji hemû saziyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên navneteweyî hate xwestin ku piştgiriyê bidin vê daxwaza rewa û ji bo destûreke bingehîn bixebitin ku cihêrengiyê nîşan bide, mafên hemû beşên civakê biparêze û rola jinan wekî hevkarên bingehîn di avakirina siberojê de nas bike.
Meş bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.


