28 wekîlên CHP'ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin
Piştî ku Kemal Kiliçdaroglû bi biryara dadgehê ya "Bêhukmiya Teqez" li ser CHP'ê hate tayînkirin, 28 wekîlên li nava Meclîsa Partiyê îstifa kirin. Li gorî agahiyan, îstifa ji bo pêkhatina kongreya partiyê hate kirin.

Tîma lîderê hilbijartî yê CHP'ê Ozgur Ozel, ji bo partî di nava 45 rojan de kongreya xwe ya awarte lidar bixe, biryar da ku ji Meclîsa Partiyê îstifa bike. Ji 57 endamên Meclîsa Partiyê yên ku bi biryara "Bêhukmiya Teqez" li wezîfeyê hatin vegerandin, 28 kesên nêzî Ozel îstifa kirin.
Hate ragihandin ku bi vê biryarê re li gorî Rêziknameya Partiyê hem Meclîsa Partiyê hem jî Desteya Rêveberiya Navendî ya ji nava wê hatiye hilbijartin, bi fermî ketiye.


