Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

Li Amedê di îdianameya sê kesên ku çeteya “Sakallilar” bi rê ve dibin de hate diyarkirin ku li ser navê “cemaetê” li gelek kesan “xeraca şerîatê” birîne. Endamên vê çeteyê bi çeteya Daltonlarê re tevdigerin û tê gotin ku karsazên ku ferman didin çeteyan jî hene.

1 deqe xwendin
Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

Li Amedê di salên dawî de êriş û talana ku ji hêla komên çete ve tên kirin zêde bûye. Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Azad Altay; li Amedê di sala 2025an û salên din de gelek êrişên li dijî kargeh û dikanan hatine kirin, ji aliyê çeteyên bi navê “Durmazlar” û “Sakallilar” pêk hatine. Gelek endamên van çeteyan di meha Mijdarê ya 2025an de di encama serdegirtinên malan de hatine binçavkirin û girtin. Gelek endamên van çeteyan girtî ne. Di îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin de, agahiyên gelek girîng ên derbarê êriş û têkiliyên çeteyan ve hatiye dayîn.

Kîjan sûcî bêjî kirin e

Ev çete li navçeyên navendî yên Amedê li Rezanê li Peyasê û li Sûrê gelek êriş û talanê pêk anîne. Di îdianameyê de gelek tawanbariyê li ser van endamên çeteyan cih digirin. Hin tawanbarî bi vî rengî ne: “Endamtiya rêxistinê, bi sîlehê û bi qestî ewlehiyê dixe metirsiyê, talankirin, zordarî, gef, kes ji azadiya wî/wê bêpar hiştin, birîndarkirin, xesarê dane mal û milk…”

Bersûcên girtî

Li gorî îdianameyê doz ango dawe ji 62 bersûcan pêk tê. Ji van bersûcan 22 kes girtî ne. Navên wan ev in: “Cengizhan Bozkaya, Deniz Yıldırım, Hamid Özel, Hamit Aytulun, Hamza Meygil, Hüseyin Elhatısaru, Hüseyin Tokur, İbrahim Durmaz, Mahmut Tulan, Mehmet Siraç Dönen, Muhammed Bilen, Muhammed Durmaz, Muhammed Yusuf Bozkaya, Muhammet Vuran, Murat Tokmacı, Sadık Çelik, Veysi Demirören, Yakup Koşar, Yunus Alınak, Yunus Baran, Yusuf Altan, Berat Ergün.”

Rêveberên çeteyê serbest hatine berdan

3 rêveberên çeteyê hene; İbrahim Durmaz, Hüseyin Elhatısaru û Muhammede Durmaz. Di îdianameyê de agahiyên balkêş derbarê rêveberên çeteyê de cih digire. Ji rêveberên çeteyê İbrahim Durmaz di sala 2024an de bi şertê kontrola edlî hatiye berdan. Paşê hin kesan li dora Muhammed Durmaz û Hüseyin Elhatısaru kom kiriye. Derbarê Elhatısaru da ji sûcên weke; “Ji kesekî çekdar zêdetir bi gelek kesan re rêbiriyê kirine, bi qestî kesan birîndar kirine” agahî hene û qeyda wî ya sûc peyda dibe.

Muhammed Durmaz çi kiriye û çi nekiriye

Derbarê ji rêveberên çeteyê Muhammed Durmaz de cara ewilî di sala 2018an de ji sûcê “birîndarkirina bitexsîr” lêpirsîn û doz hatiye vekirin. Di heman salê de ji sûcê “madeyên hişbir û bazirganiya madeyên hişbir” û “diziya biwesf” de de lêpirsîn hatiye destpêkirin û hatiye girtin. Ev kes di sala 2021an de bi rêveberek din ê çeteyê re ji ber êrişa li dijî tekstîla Özsucular hatiye zeftkirin û paşê bi kontrola edlî hatiye berdan. Piştî 7 mehan sîleha bêruhset li serê hatiye girtin. Di heman salê de ji sûcê “ewlehiya giştî bi qestî xistiye metirsiyê” lêpirsîn derbarê wî de hatiye kirin. Di sala 2022yan de bi demançeya bêrûhset hatiye zeftkirin, di êrişa li dijî Nesim Oto de hatiye zeftkirin, di êrişa bi çek a li dijî Mat Oto de bi awayek guman hatiye dîtin, di sala 2023yan de bi sîleha bêruhset hatiye zeftkirin, paşê jî ji sûcê “talankirinê” hatiye girtin û piştre dîsa bi şertê kontrola edlî hatiye berdan.

Hemû tiştî di bin navê ‘cemaetê û biryara şerîatê’ de kirin e

Di îdianameyê de cih dane gelek bûyer û tawanbariya ku Muhammed Durmaz li Amedê pêk aniye.

Her wiha derbarê yek ji rêveberên çeteyê Îbrahîm Durmaz de jî ji ber birîndarkirinê, talankirinê, rêxistina sûc a çekdar ava kiriye û metirsiya li ser ewlehiyê 7 tawanbarî hene.

Her wiha derbarê yek ji rêveberê çeteyê Huseyîn Elhatisaru de jî gelek qeydên sûc hene û her çiqas hatibe binçavkirin jî lê paşê hatiye berdan.

Derbarê gelek endamên din ên çeteyê de jî lêpirsîn û qeydên sûc hene û hin ji wan girtî ne, hin ji wan jî li derve ne.

Di îdianameyê de hatiye destnîşankirin ku ev bersûc û faîl di serdegirtina kargeh û dikandaran de gefa kuştinê li dikandaran û kesan xwarine û êrişan di bin navê “cemaetê” de pêk anîne. Her wiha ev bersûc, êrişkar û faîl gelek caran jî bazirganiya madeyên hişbirê pêk anîne û hemû van gef û kirinan li ser navê “biryara şerîatê” pêk anîne.