4 sal û 2 meh ceza li Reyhan Hacioglû hat birîn
Di doza têkildarî rojnameger Reyhan Hacioglû de 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat birîn.

Rûniştina 5emîn û biryarê ya doza rojnameger Reyhan Hacioglû li 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Reyhan Hacioglû beşdarî rûniştinê nebû, lê parêzerên wê û nûnerên rêxistinên sivîl yên li bajêr li rûniştinê amade bûn. Aliyê angaştê mutalaya xwe pêşkêş kir û piştre jî parêzeran parastina xwe kirin.
Parêzeran di parastina xwe de diyar kir ku divê biryara beraetê ji bo Reyhan Hacioglû bê dayîn. Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi îdiaya ‘alîkarî û piştgiriya rêxistinê’ 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Reyhan Hacioglû birî.
Rojnameger Reyhan Hacioglû di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Stenbol bû de, di 17ê çileya 2025an de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û di 20ê çileyê de bi angaşta ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin. Hacioglû di rûniştina yekem a ku di 13ê hezîrana 2025an de hat lidarxistin de hatibû berdan, lê niha bi angaşta ‘alîkarî û piştgiriya rêxistinê’ ceza lê hat birîn.


