Hîkmet Akbaş 31 sal şûnde hat berdan
Hîkmet Akbaş piştî 31 salan girtî ma, serbest hat berdan Hîkmet Akbaş diyar kir ku heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe ew jî azad nabin.

Hîkmet Akbaş, di 1995an de li Edeneyê hatibû girtin. Hîkmet Akbaş piştî 31salan ji Girtîgeha Bolûyê hate berdan. Hîkmet Akbaş ji aliyê malbata xwe, Komeleya MATUHAYDER û gelek kesan ve bi kulîlkan hat pêşwazîkirin.
Hîkmet Akbaş piştî girtîgehê derket axivî û diyar kir ku ji bo berdana xwe keyfxweş e lê belê ji bo hevalên wî yên di girtîgehê de ne xemgîn e û got: “Tecrîda girtîgehan didome. Blokên ku hevalên me tên girtin ji hevdû cuda kirine. Zextên rêveberiya girtîgehê li ser girtiyan didome. Di girtîgehan de derbeya 2016an hê jî berdewam dike. Di Girtîgeha Bolûyê zext û zordarî li ser girtiyan didome. Her çiqas ez derketim jî hevalên me di girtîgehê de, hevalên nexweş hê jî girtî ne. Serokê me jî hê jî girtî ye. Heta ku Serokê me bi awayekî fîzîkî azad nebe em jî azad nabin. Serok azad nebe tu azad nabe. Parçeyekî me derket lê parçeya me ya herî mezin jî Serok Apo ye. Em dizanin ku çareseriya li Rojhilata Navîn pradîgmaya Serok Apo ye.”
Girtina 3 girtiyan dîsa dirêj kirin
Tehliyeya Ahmed Abdî Îbrahîm, Tuncay Dogan û Nurettîn Ataman ji aliyê Lijneya Îdarî û Şopandinê ya li Girtîgeha Bolûyê ve hate taloqkirin. Ahmed Abdî Îbrahîm ev 32 sal e girtiye, Tuncay Dogan li navçeya Xelata Bedlisê 1ê Hezîrana 1994an de hatiye girtin û ev 32 sal e girtiye û Nurettîn Ataman jî sala 1993an de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê hatiye girtin û ev 33 sal 4 meh e girtiye, îro berdana heta 6 mehan hat taloqkirin. Bi vê biryarê re berdana Ahmed Abdî Îbrahîm 7 caran, Nurettîn Ataman 9 caran û Tuncay Dogan jî 5 caran hat taloqkirin. Li gorî agahiya parêzeran her 3 girtî jî bi hinceta “çalakiya derî xistinê kirine, dirûşmeya Bijî Serok Apo berz kirine û tev li greva birçîbûnê bûne” berdana wan hatiye taloqkirin.


