Doza 3 jê rojnameger jî di nav de 28 kesan hat taloqkirin
Danişîna ewil a doza 3 jê rojnameger bi giştî 28 kesan li Silopiyayê hat lidarxistin. Di danişînê de welatiyan û parêzeran got daxwazkirina aştiyê sûc nîne. Danişîn hate taloqkirin.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, di sala 2024an de li dijî êrişên ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê, xwestin ji bo 3 rojan li bajaroke Tilqebînê yê navçeya Silopiya ya Şirnexê çalakiya nobetê li dar bixin. Lê rastî êrişa leşker û polîsan hatin. Di êrişê de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, nûçegihana JINNEWSê Derya Ren û nûçegihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş jî di nav de 28 kes hatin binçavkirin.
Der heqê kesên hatin binçavkirin de piştî 2 salan bi îdiayên “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe daye” û “bêçek beşdarî civîn, xwepêşandan û meşên derqanûnî bûye û tevî hişyariyê jî belav nebûye” doz hate vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayên Giştî ya Silopiyayê hat lidarxistin.
Ji kesên tên darizandin 6 kes li eywana dadgehê amade bûn û gelek jî bi rêya SEGBÎSê tev li bûn. Rojnameger Altintaş ji ber guherandina navnîşanê û rojnameger Derya Ren jî ji ber li eywana Edliyeya Rihayê SEGBÎS tune bû tev li nebû. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û nûnerên partiyên siyasî doz şopandin.
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Kesên di danişînê de axivîn gotin ji bo aştiyê li Tilqebînê bûn û daxwazkirina aştiyê sûc nîne.
'Em ji bo nûçeyê li wir bûn’
Nûçegihana MAyê Zeynep Durgut di danişînê de got ku ew ji bo çêkirina nûçeyê li Tilqebînê bûn û ev tişt anî ziman: “Ez rojnameger im. Tevî du rojnamegerên din, bi îdiaya ‘peywir nedan kirin’ doz li me hate vekirin. Yên ku nehiştin karê xwe bikin em nînin, polîs in. Em vê sûcdariyê qebûl nakin. Erka rojnamegeran ew e ku raya giştî agahdar bikin. Binpêkirineke maf hebû û me jî ew binpêkirin dikişand. Ez, ji kesên cîhazên me yên teknîkî şikandin û em li erdê kaşkirin gilîdarim. Daxwaza beraeta xwe dikim.”
Parêzeran jî anîn ziman ku miwekîlên wan ji bo bikaranîna mafên demokratîk li wir bûn, daxwazkirina aştiyê sûc nîne, mimkûn nîne ku miwekîlên wan bi sedan leşkerên tevî wesayîtên bizirx li wir bûn derb kiribin û daxwaza beraetê kirin. Herwiha parêzeran daxwaza dîmenên wesayîtên zirxî kirin.
Şandeya dadgehê, ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyayê de danişîn taloqî dîrokeke pêş kir.


