Dê NÛÇE TV ya xwerû kurdî dest bi weşanê bike

Kanaleke nû ya nûçeyan a xwerû kurdî NÛÇE TV, di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî dest bi weşanê dike.

1 deqe xwendin
Dê NÛÇE TV ya xwerû kurdî dest bi weşanê bike

NÛÇE TV ku weşana wê xwerû kurdî ye û ev demek bû weşana testê dikir, li ser hesabên xwe yê medya dîjîtal ragihand ku dê di 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî dest bi weşanê bike. NÛÇE TV ev peyam belav kir: “Bi ekraneke nû, rêwîtiyeke nû weke televîzyoneke neteweyî di roja zimanê kurdî de em ê dest bi weşana xwe bikin.”

Kanal dê di weşana xwe de cih bide her mijarê; ji polîtîkayê heta aboriyê, ji mafên mirovan heta çand û hunerê, hemû geşedan dê bi perspektîfeke profesyonel werin weşandin.

Ji bo ku gelê kurd û şopînerên nûçeyan bi hêsanî bigihîjin weşanê, NÛÇE TV bi kalîteya HD li ser satalaytên Hotbird û Nilesatê dê weşana xwe bike. Herwiha weşana zindî û nûçeyên taybet dê li ser malper û platformên dîjîtal ên kanalê jî werin weşandin.