5 ESPî û SGDFî hatin binçavkirin

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya li Amedê de 5 ESPî û SGDFî hatin binçavkirin.

1 deqe xwendin
5 ESPî û SGDFî hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya li Amedê de ji Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û ji Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) 5 kes hatin binçavkirin. Kesên li bajarên cuda hatin binçavkirin bi vî rengî ne: Fethiye Ok, Soner Çiçek, Bensu Özkan, Poyraz Aksu û Rümeysa Batıran.

ESP'ê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û got: "Li dijî sosyalîstên şoreşger operasyona qirkirina siyasî dewam dike. Têkoşîna sosyalîst a şoreşger sûc nîne. Bijî têkoşîna me ya rêxistinbûyî. Ev dorpêçî wê belav bibe, azadî wê bi ser bikeve!"