768 parêzer û hiqûqnasan ji bo Ocalan kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin
Ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin768 parêzer û hiqûqnasan dest bi kampanyayeke îmzeyan kirin.

Ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin768 parêzer û hiqûqnasan dest bi kampanyayeke îmzeyan kirin. Parêzeran diyar kirin ku daxwaza hevdîtinê ji bo dewletê şertek e û wiha gotin: “Bicihanîna hiqûqê maf û peywira welatîbûnê ye.”
Bi pêşengtiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kampanyayeke îmzeyan hat destpêkirin. Di rojnameya Yenî Yaşamê de îlanek hat belavkirin; di îlanê de 768 parêzer û hiqûqnasan xwestin ku hevdîtina Ocalan a bi parêzerên wî re pêk bê.
Ji 2019 vir ve parêzerên wî Ocalan nabînin
Di metna kampanyayê de hat diyarkirin ku ji 7’ê tebaxa 2019’an vir ve Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin nekiriye, Ocalan dixwaze bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ev yek jî şertekî dewleta hiqûqî ye.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û parêzerên pispor yên wekî Ercan Kanar û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî kampanya îmze kirin.
Naveroka metna kampanyayê wiha ye:
“Ji çapemenî û raya giştî re
Li gorî hiqûqa neteweyî û gerdûnî, mafê her girtiyekê/î heye ku parêzera/ê xwe bibîne. Parêzer hêmana bingehîn a mafê parastinê ye, di heman demê de yek ji garantiyên bingehîn ên li dijî kiryarên xerab ên gengaz e. Li gel vê pêwîstî û ferza qanûnî jî di nava 10 salên dawî de tenê 5 caran destûr hatiye dayîn ku Abdullah Ocalan karibe parêzerên xwe bibîne. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve jî hevdîtina bi parêzeran re bi her awayî tê astengkirin. Daxuyaniya dawî ya Abdullah Ocalan a ku gihîşt raya giştî jî ew e ku dixwaze parêzerên xwe bibîne. Rewşeke berevajî vê yekê li dijî qanûnên Komara Tirkiyeyê ye, li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî. Xwestina bicihanîna hiqûqê wezîfe û mafekî bingehîn ê welatîbûnê ye. Bi rêzdarî pêşkêşî raya giştî dikin."
Navê hiqûqnasên ku mohra xwe danîne binê kampanyayê wiha ne:
“Abdulhalîm Kaplan, Abdulkadîr Karahan, Abdulhakîm Baycan, Abdullah Bîşaroglu, Abdullah Çakmak, Abdulsamet Yavuz, Adem Çalişci, Adem Tekîndag, Adnan Cîhangîr, Adnan Kaya, Agît Arslan, Ahmet Balkaya, Ahmet Baran Çelîk, Ahmet Çan, Ahmet Dîndar, Ahmet Ece, Ahmet Ergîn, Ahmet Ozcan, Alî Fuat Bucak, Alî Haydar Dogan, Alî Turgut, Arzuhan Halîs, Asya Ulker, Ata Yazicioglu, Atîlla Bahçivan, Aylîn Kirikçi, Ayşe Acînîklî, Azad Katar, Alî Bozan, Alî Eren, Alî Savda, Aycan İrmez, Alîşan Şahîn, Anil Arman Akkuş, Arzu Kurt, Atîye Arikan, Aydin Erdogan, Ayla Gur, Ayşe Çelîk, Aytul Kaplan, Abdullah Akin, Ahmet Şîray, Azad Ozer, Adnan Evîn, Ahmet Çevîk, Abdullah Oncel, Adem Gengeç, Adnan Yapici, Ayla Akat Ata, Abdullah Koç, Ahmet Ceylan, Ayşe Acar Başaran, Ahmet Atiş, Alî Arslan, Ayşe Şehrîban Demîrel, Ayşe Batumlu Kaya, Abdulkadîr Guner, Azat Bayram, Aslan Orman, Aryen Turan, Abdulhadî Çetîn, Abdulmecît Yildirim, Alî İhsan Guven, Aslihan Tîtîz, Adnan Kaya, Abdulkadîr Guleç, Abdullah Cager, Abdullah Zeytun, Adîle Salman, Ahmet Ozmen, Azad Taşkin, Aslihan Bulut,


