Siyabend Efrîn serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl, li gel berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.

1 deqe xwendin
Siyabend Efrîn serdana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl (Siyabend Efrîn) li gel fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê, Merwan El Elî û fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Helebê Mihemed Ebdulxenî serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir.

Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Xelîl duh di çarçoveya amadekriyên vegera şêniyên koçberên Efrînê bo malên xwe de, serdana bajarê Efrînê kiribû.

Bi hezaran koçberên Efrîn, Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê û Dêrikê di stargehan de dimînin.