Ji 847 mamosteyên kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin têkildarî dersên hilbijartî û peywirdarkirina mamosteyan pirsnîşan da Wezareta Perwerdehiyê û diyar kir ku di 14 salan de 847 mamoste ji beşên kurdî mezûn bûne lê belê ji vana tenê 210 mamoste hatinê peywirdarkirin.

1 deqe xwendin
Ji 847 mamosteyên kurdî tenê 210 hatinê peywirdarkirin

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, mijarên weke pêkanîna mafê perwerdehiya zimanê kurdî, peywîrdarkirina mamosteyên zimanê kurdî û nakokiyên daneyên ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve li ser zimanê kurdî hatibûn parvekirin anî rojeva Meclisa Tirkiyeyê. Berîtan Guneş Altin xwest pirsgirêkên li pêşiya mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bên lêkolînkirin.

‘Di 14 salan de 847 mamoste hatin erkdarkirin’

Berîtan Guneş Altin di pirsnîşanê de diyar kir ku pêdivî bi peywirdarkirina mamosteyên kurdî heye û ew tişt anîn ziman: “Tevî ku li bajarekî weke Amedê pêdivî bi 600 mamosteyên kurdî heye jî di 14ê salan de tenê 42 mamoste hatine peywirdar kirin. Li rex vê yekê di 14ê salan de 847 mamosteyên kurdî li beşên Ziman û Wejeya kurdî mezûn bûne. Lê ji van tenê 210 mamoste hatinê peywirdar kirin. Ew yek hem ji aliyê mafê perwerdehiyê ve hem jî aliyê peywirdarkirina mamosteyan ve pirsgirekeke mezin e. Her wiha dersen bijartî nikarin cihê perwerdehiya fermî bigirin.”

Berîtan Guneş Altin ew pirs ji Wezaretê Perwerdehiyê pirsîn;

“*Di derbarê sala perwerdehiya 2024 û 2025an de ji bo dersên hilbijartê yên kurmancî û kirmanckî daneyên cuda cuda derdikevin. Seedema vê yekê çi ye yanî çima daneyên cuda tên parvekirin? Ji van daneyan kîjan ji aliyê Wezareta wê ve tê pejirandin?

*Li gor daneyên fermî ya wezaretê di sala 2024 û 2025an de li bajar û dibistanan çend xwendekar dersên hilbiajtê yên kurmancî û kirmançkî hidibijêrin? Hejmareke fermî di destê wê de heye an?

*Li gor daneyên fermî ya wezareta wê di sala 2024 û 2025an de li bajar û dibistanan çend şagirt dersên hilbijartê yên kurmancî û kirmançkî girtinê û digirin?

*Ji bo peywirdarkirina mamosteyên kurdî çiqas kadro hatinê diyar kirin?

*Ji bo bicihanîna hewcehiyên mamosteyên kurdî li bajarê kurdan tu xebata wê dê bibe? Li gor bajaran pedivî bi çiqas mamosteyên kurdî heye?

*Di 14ê salan de 847 mamosteyên kurdî derçûnê û ji van tenê 210 mamoste hatinê peywirdar kirin. Gelo wê bi çi planlamayê ew yek kiriyê?

*Ji bo peywirdarkirina mamosteyên kurdî zêdetir bibe û dersên hilbijartê yên kurdî bi rêk û pêk bên dayin ji aliyê wezareta wê ve tu politikaya îstîhdamê heye an na?”