Li Girtîgehên Amedê zarok di bin zextê de ne
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, rapora çavdêriyê ya salekê ya li ser Girtîgeha Zarokan a Amedê eşkere kir û ragihand ku li girtîgehê binpêkirinên mafan bûne kronîk.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê, rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên zarokên xort ên li Girtîgeha Amedê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Navenda Mafên Zarokan, di çarçoveya xebatên şopandinê yên di navbera Nîsana 2025 û Nîsana 2026an de, rapora xwe ya der barê rewşa zarokên di Girtîgehên Amedê de tên ragirtin parve kir. Li ser navê Komîsyona Navenda Mafên Zarokan, Parêzer Berfîn Dayan daxuyanî xwend û bal kişand ser daneyên giran ên raporê. Rapor li ser bingeha hevpeyvînên bi 45 zarokan re hatiye amadekirin û radixe ber çavan ku şert û mercên girtîgehê ji nêzîkatiya “edaleta başker” pir dûr in.
Zordestiya hevalan û tundiya personelan
Parêzer Berfîn Dayan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li girtîgehê zordestî û tundî di asteke metirsîdar de ye û wiha got: “Ji sedî 73,3ê zarokan diyar kirine ku di qawişan de bi awayekî kêfî qaîde tên danîn û ji sedî 51,1ê wan jî gotine ku ji ber van qaîdeyan rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk tên. Ji her 4 zarokan yek diyar kiriye ku personelên girtîgehê an tevgerên ku rûmeta mirovan binpêdikin nîşan didin an jî heqaretê dikin; ji her 5 zarokan yek jî gotiye ku personel tundiyê bi kar tînin.”
Binpêkirinên mafên tenduristî û perwerdeyê
Berfîn Dayan, bal kişand ser gelek binpêkirinên din ên ku di raporê de cih girtine û ev tişt gotin: “Tevî ku di qanûnê de qedexe ye jî, ji sedî 53,3ê zarokan dema birina nexweşxaneyê an jî sewqkirinê bi kelepçeyan tên birin. Ji sedî 80yê zarokan diyar kirine ku rojê sê danên xwarinê nayên dayîn û ji sedî 68,9ê wan jî gotine ku kapasîteya qawişan hatiye derbaskirin. Tenê ji sedî 26,7ê zarokan di dema nexweşiyê de dikarin zû bigihin tedawiyê û di gihîştina parêzeran de jî astengiyên cidî hene.”
‘Zarok ji ber tirsê giliyê nakin’
Berfîn Dayan da zanîn ku zarok ji ber tirsê nikarin binpêkirinan ragihînin, ji ber ku piştî giliyê dê dîsa bi wan personelan re rû bi rû bimînin û bang kir ku mekanîzmayên serlêdanê yên serbixwe û nepen werin avakirin daku zarok bi bi awayekî ewle karibin dengê xwe bilind bikin.
Berfîn Dayan daxwazên Navenda Mafên Zarokan wiha pêşkeşî saziyên rayedar kirin:
“* Binpêkirinên mafan bi awayekî şeffaf werin lêkolînkirin.
* Tundî û xirabmuameleya li hemberî zarokan tavilê were sekinandin.
* Mafên perwerde, tenduristî û parastinê bêyî astengî werin dabînkirin.
* Mekanîzmayên şopandin û kontrolê yên serbixwe werin xurtkirin.”
Berfîn Dayan diyar kir ku ew ê ji bo çareserkirina van pirsgirêkên kronîk bibe şopdarê pêvajoyê û bang li saziyên rayedar kir ku tavilê bikevin nav tevgerê.


