Çi ye ev ‘nasname’?
Ez ê di vê nivîsê de berê xwe bidim têgiheke din a ku di vê serdemê de xwedî girîngiyeke pir mezin e.

Ez ê di vê nivîsê de berê xwe bidim têgiheke din a ku di vê serdemê de xwedî girîngiyeke pir mezin e. Her çiqas weke gelek têgihên din têgiha ‘nasname’yê xwedî dîrokeke kevin be jî bi avakirina pergala netew dewletan re girîngiya vê têgihê zêdetir bûye. Jixwe ev pergal li ser nasnameyan hatiye avakirin û bi heman awayî vê pergalê gelek nasnameyên nû jî bi xwe re aniye.
Dema meriv behsa vê serdemê bike bêguman wê yekser netew-dewlet bê bîra meriv lewra meriv dikare vê serdemê weke serdema nasnameyan jî bi nav bike. Lê dîroka nasnameyan ji netew dewletan dirêjtir û qedîmtir e. Li gorî baweriya min meriv dikare dîroka vê têgihê bigihijîne heta gotina Sokrates a “xwe nas bike”. Xwenaskirin bersiva pirsên ‘tu kî yî’ û ‘ez kî me?’ dide. Fîlozofê alman Hegel bi pirsa ‘ez çi me’ çarçoveya wateya vê têgihê berfirehtir kiriye. Piştî van jî bi pêşketina netewperweriya netew-dewletê re nasname ket bin kontrola wê û wateyên cudatir lê hatin barkirin ku ji bo berjewendiyên xwe hetanî roja îro bikar anî û hê jî bi kar tîne. Netew-dewletê li ser mantiqê ez û ne kesên din bingeha xwe saz kiriye lewma netewperweriyê pêş dixe ku vê jî li ser neteweyeke homojen û yekaneyên civakekê li dar dixe. Homojenîteyê jî bi xwe re ‘em’ û ‘hûn/ê din’ aniye, ev jî dibe bingeha xurtkirina netewperweriyê.
Baş e, heke avakirina nasnameyê bi vî awayî be, nexwe ‘nasname çi ye?’ a girîng ev pirs e. Bersiva vê pirsê di nav bersivên pirsên ‘hûn kî ne?’, ‘hûn ji kî/u ne?’ û ‘hûn çi ne?’ de ye. Meriv dikare wiha bibersivîne: ‘Ez kurd im, jin im, êzidî me, ateîst im, vegan im, lgbtîyê me ... hwd.’ Meriv dikare nasnameyên di nav civakê û kes de zêde bike lê ev têrê dike ku nîşan bide ka çiqas mirov dikare bibe xwedî gelek nasnameyên cihêreng. Weke cihêrengiya nasnameyan nîqaşên li ser nasnameyan jî cihêreng in. Derûnînasiyê, civaknasiyê û fîlozofiyê li gorî xwe ev têgih şîrove kirine.
Nasname mala tercîhan e. Kes li gorî tercîhên xwe nasnameyê digire û li gorî wan tevdigere. Her çiqas heta demekê kesnasnameyên xwe hilnebijêre jî piştî demekê dikare wan nasnameyan red bike yan jî asta qebûlkirina hinekan kêm an jî zêde bike. Ev di destê kes de ye lê helbet şertên ku kes di nav de dijî jî bandoreke pir mezin li ser van tercîhan dike. Ev tercîh kesayetiya kesan ava dikin. Helbet kesayetiya mirov ji gelek nasnameyan pêk tê. Fêrbûn û qebûlkirina nasnameyan ji aliyê kesan ve hêsan e lê redkirin û avêtina wan zor e. Mirov li gorî civaka ku di nav de dijîn tevdigere û nasnameyên mirovan jî li gorî wan civakan teşe digirin. Li ser meselê yekî/a xwe bi ateîzmê bi nav dike, heke di nav civakeke misliman de mezin bûbe, awayekê hêsan dikare bibêje ‘selamûalikim’. Li gorî hesasiyeta şexsî/civakî girîngiya nasnameyan jî kêm û zêde dibe. Nasnameyên kesan li gorî jiyan, raman û baweriyan tên guhertin. Êrîş li ser kîjan nasnameya kes an jî civakan hebe, kes û civak jî li gorî wan êrîşan refleksê nîşan didin û wê nasnameya xwe diparêzin. Ew nasnameya wan dibe nasnameya sereke lewra dema bi pirsa ‘t


