Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi boneya Cejna Qurbanê serdana Îmraliyê kir. Omer Ocalan got ku Abdullah Ocalan gotiye: "Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne."

1 deqe xwendin
Abdullah Ocalan: Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal peyamek parve kir û ragihand ku bi wesîleya Cejna Qurbanê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk aniye.

Omer Ocalan di peyama xwe de got: "Birêz Abdullah Ocalan bi wesîleya cejnê silavên xwe ji gel re ragihand û got, 'Em ji her demê bêhtir nêzî demokrasî û azadiyê ne, cejna gelê me pîroz dikim'."