Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo qanûnan di nav hewldanan de ye
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di roja 2yemîn a cejnê de li avahiya xwe bernameya pîrozbahiya cejnê li dar xist. Pervîn Buldan di bernameyê de wiha got: “Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo ev qanûn derkeve di nav hewldaneke pir mezin de ye.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di roja 2yemîn a cejnê de li avahiya xwe bernameya pîrozbahiya cejnê li dar xist. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê, hevserokên DEM Partî û DBPê yên Wanê, endam û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk ên bajêr û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Di bermnameyê de hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay xêrhatina gel kirin û cejna gel pîroz kirin.
Dû re endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan axivî û bal kişand ser hevdîtina heyata Îmraliyê ya di 24ê gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê pêk aniye û ev tişt gotin: “Tendirustî û moralê Birêz Ocalan gelek baş bû. Hevdîtin 3 saetan dewam kir, piranî li ser çarçoveya qanûna ku dê ji meclîsê derkeve bû. Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo ev qanûn derkeve di nav hewldaneke pir mezin de ye. Baweriya wî bi vê pêvajoyê heye. Ev qanûn dê ji 7-8 madeyan pêk were û ji bo heta demekî derbasdar be. Birêz Ocalan diyar kir ku dîtina wî ya vê taslaqê girîng e, pêwîst e ev taslaq dema derket em li ser vê taslaqê li hev bikin. Li gor vê qanûnê dê endamên rêxistinê ji vê qanûnê sûdbigirin û bixwazin werin Tirkiyeyê yan jî welatekî din dê werin.”
‘Çavên gelê me li van qanûnan e’
Pervîn Bûldan diyar kir ku dê ji bo ku qanûn bên amadekirin bi hemû hêza xwe di nav hewldanê de bin û ev nirxandin kir: “Piştî cejnê em ê ji bo ev qanûn derkevin di nav hewldanan de bin. Ji bo beriya ku meclis were girtin ev qanûn bên amadekrin em ê bi aliyên têkildar re hevdîtinin xwe bidomînin. Ji ber ku divê ev qanûn bêyî ku bê derengxistin, demildest bê derxistin. Em di pêvajoyeke ku xetereyên mezin di nav xwe de dihewîne de ne. Wekî ku Birêz Ocalan jî diyar kir divê qet wext neyê derbaskirin, bi awayekî lez û bez em hevdîtinên xwe bikin, ji bo derketina vê qanûnê hewldanên xwe xurt bikin. Ev taslaqa qanûnê amade bibe û em bibin pêşkêşî Birêz Ocalan bikin. Piştî ku ev qanûn derkeve bêguman di warê demokratîkbûnê de jî gav bên avêtin. Çavên gelê me li van qanûnan e.”


