Agirê Newrozê ji Agiriyê gihişt Stenbolê

Agirê Newrozê li gelek navedan geş bû. Gel îşev li Amed, Agirî, Stenbol û gelek navendên din, agir pêxist û Newroz pîroz kir.

1 deqe xwendin
Agirê Newrozê ji Agiriyê gihişt Stenbolê

Rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Agiriyê li taxa 5 Evlerê ya navendê Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiyê de ciwan bi meşaleyan meşiyan û agir pêxistin. Şêniyên tax jî beşdarî bernameyê bûn û demeke dirêj li derdora agir govend gerandin. Ciwanan di bernameyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Ciwan û zarokên taxê xwe bi ser agir ve avêtin û çanda dîrokî zindî kirin.

Stenbol 

Li navçeyên Stenbolê jî agirê Newrozê geş dibe. Îro li taxa Pinarê ya Esenyurtê şahiya Newrozê hate lidarxistin. Gelek kes bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli şahiyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê ya Stenbolê Çinar Altan, hevserokên DEM Partiyê ya Esenyurtê û gelek welatî tevli şahiya Newrozê bûn.

Gel li taxa Pinarê kom bûn û li vir ewilî govend gerandin. Piştî gerandina govêndê agirê Newrozê hate pêxistin. Di dema pêxistina agirê de gel dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.