Elewiyan komkujiya Sêwasê şermezar kir
Nûnerên saziyan elewiyan ên Stenbolê bi bernameyekê komkujiya Sêwasê şermezar kir û qurbanî bi bîr anîn.

Nûnerên saziyên elewiyan ji bo komkujiya Sêwasê şermezar bike li Stenbolê bernameyek li dar xist. Bername bi dirûşmeya “33 can, 33 sal” hate lidarxistin. Gel li Rixtima Kadikoyê kom bûn û ji bo qurbaniyên Komkujiya Sêwasê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê deyîş hatin gotin û semah hate gerandin.
Nûnerên saziyên elewiyan paşê daxuyanî dan. Berpirsa rêxistinbûyînê ya PSAKDê Gulsev Kaya daxuyanî xwend. Gulsev Kaya anî ziman ku Otela Madimakê ya ku 33 kes di sala 1993yan de jiyana xwe ji dest dabûn divê bibe muzeya şermê û got: “Em ê herdem xwedî li mîrate û doza wan derkevin. Kuştin û talanên îro jî bi sedema bêcezahiştina komkujiyên berê ye. Bûyerên ku li Koçgirî, Dêrsîm, Mereş, Çorûm, Meletî, Sêwas û Gaziyê heman hişmendiyê ye. Mînaka herî nûjen jî Komkujiya Elewiyan a Sûriyeyê ye. Têkoşîna me ya hemwelatî bûnê dê bidome. Heta ku tevahî bawerî azad bibin em ê li ber xwe bidin. Ev 33 sal e malbatên qurbaniyan li ber xwe didin lê bi nedîtina edalatê yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Heta ku ji paşêrojê re rûbirû neyê aştiyeke mayînde jî pêk nayê.”
Bername bi dirûşmeya “Ji bo Sewasê edalet” bi dawî bû.


