KNK ji bo statuya Kurdan amadekariyê dike
KNK di çarçoveya biryara NYê de ji bo statuya Gelê Kurd bê nasîn amadekariya pêngavê dike.

Di 6-7ê Hezîranê li bajarê Venlo yê Hollandayê Civîna Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) konferansa xwe ya 24emîn li dar xist. Di konferansê de ji bo dahatûya gelê kurd û yekîtiya neteweyî gelek biryar hatin girtin. Yek ji wan biryaran jî we bû ku gelê kurd wekî gel bê naskirin û statûya endamê çavdêr di Neteweyên Yekbûyî werbigire. Di vê çarçoveyê de çavkaniyên ji nava KNKê ji Ajansa ANHA re ragihandin ku ji bo pêkanîna vê biryarê pêk were û bidestxistina encamê, amadekariyên pêngavekî tê kirin. Çavkaniyên KNKê da zanîn ku niha li ser pêngavê nîqaş tê kirin, demek nêz de wê encama nîqaşên xwe wekî plansaziyekê ji raya giştî ya kurt û cîhanê re ragîhînin.
Encamnameya Civata Giştî ya 24emîn a KNKê hate eşkerekirin.


