Di salvegera 14emîn a Nobeta ji bo Azadiya Ocalan çalakiyê li dar dixin

Kurdistanî û dostên kurdan bi minasebeta 14emîn salvegera Nobeta Daîmî ya ji bo Azadiya Fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê di 22ê Hezîranê saet di 13:00an de li Strasbourg a Fransayê li pêşiya Konseya Ewropayê çalakiyê li dar bixin.

1 deqe xwendin
Di salvegera 14emîn a Nobeta ji bo Azadiya Ocalan çalakiyê li dar dixin

Brusk Bagok

Kampanyaya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Kurd û dostên kurdan ji bo salvegera 14emîn a Nobeta Daîmî de tê meşandin dê di 22ê hezîranê de li pêş Konseya Ewropayê çalakiyê li dar bixin. 

Nobeta Azadiya Fizîkî ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku 14 salan e berdewam dike, bûye sembola piştevanî û berxwedana navneteweyî. Di van çend salên dawî de, bi pêşengiya Kampanyaya Navneteweyî ya Azadiya Abdullah Ocalan, vê nobetê di pêşxistina daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk û siyasî ya pirsgirêka kurd de roleke girîng lîstiye .

Îsal salvegera vê çalakiyê di demek siyasî ya pir girîng de tê pîrozkirin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an ya bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” û pêvajoya muzakereyan a ku li Tirkiyeyê berdewam dike, ji bo pêşxistina çareseriyek aştiyane û demokratîk, seferberî û piştgiriya navneteweyî ji her demê zêdetir girîng e.

Di vê pêvajoyê de, Konseya Ewropayê berpirsiyariyek sereke hildigire. Bi taybetî, biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya sala 2014an di doza Ocalan a li dijî Tirkiyeyê (No. 2) de şert û mercên girtinê yên Abdullah Ocalan wekî binpêkirina qedexeya îşkenceyê nirxand û prensîba “mafê hêviyê” piştrast kir. Naskirina vî mafî dê gavek girîng be ji bo bidawîkirina tecrîda giran a ku zêdetirî 27 salan berdewam dike û ji bo avakirina bingehê yasayî yê azadkirina Abdullah Ocalan.

Di navbera 22 û 26ê Hezîranê de, Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê li Strasbourgê dê civînên xwe pêk bîne. Ev salveger dê bibe derfeteke girîng ji bo bilindkirina daxwazên navneteweyî yên azadî, edalet û çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd.

Di çarçoveya çalakiyê de, beşdar û piştgirên kampanyayê dê li hev werin û li ser pêşketinên siyasî yên nûjen û gavên pêşerojê yên kampanyayê nîqaş bikin. Piştre, li pêşiya Konseya Ewropayê, li ser navê Kampanyaya Navneteweyî ya Azadiya Ocalan dê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Girse dê li Strasbourgê kom bibin û ji bo azadî, aştî û çareseriya demokratîk dengê xwe bilind bikin.