Agirê Newrozê li Peyasê geş bû

Endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li navçeya Peyasê ya Amedê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Demorkasiyê’ agirê Newrozê geş kirin.

1 deqe xwendin
Agirê Newrozê li Peyasê geş bû

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî li li Parka Ahmet Arîf ya Peyasa Amede Newroz pîroz kirin. Gelek welatî û nûnerên partiyên siyasî û civak sivîl tevli bernameyê bûn. Piştî vêxistina agirê Newrozê, girseyê bi coşek mezin govend gerandin. Bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘Bijî serok Apo’ hat berzkirin. Bername bi gerandina govendê bidawî bû.