Alîkariya Xezayê dît, astengiya li pêş Rojava nedît

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan, piştî serdana Erebîstnana Siûdî çû Misirê û bi Serokê Misirê Abdulfettah es-Sîsî re hevdîtin kir. Tayip Erdogan di hevdîtinê de ji Sîsî re spasiyên xwe ji bo piştgiriya bi Xezayê re anî ziman. Lê Erdogan astengiyên Tirkiye yên li pêş alîkariya Rojava nedît.

1 deqe xwendin
Alîkariya Xezayê dît, astengiya li pêş Rojava nedît

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan îro li Kahîrê bi Serokê Misirê Abdulfettah es-Sîsî re hevdîtin kir. Li ser zêdekirina bazirganiya di navbera Tirkiye û Misirê de axivîn. Erdogan diyar kir ku êşa mirovahiyê ya li Xezayê adidome û got: “Ji 11ê cotmehê heta niha zêdetirî 500 Xezayî di êrîşên îsraîlê de hatin kuştin Hefteya borî zarok jî di navde 30 birayên me şehîd bûn. Em van îhlalên li dijî peymanê red dikin. Ji bo alîkariya ku me ji Xezayê re şand bigêje cihê xwe em ji piştgiriya meqamên Misirê re spas dikin.” 

Dirûtiya alîkariyê 

Erdogan li aliyekî bal kişand ser êrîşên li ser Xezayê û alîkariya ku Tirkiye ji bo Xezayê şandiye, lê li aliyê din jî astengiyên ku Tirkiye li pêş alîkariya lojîstîk a ji bo Kobanê derxistiye nedît û nekir rojev.