Aloziya di navbera Îran, DYA û Îsraîlê
Çapemenî û saziyên analîzê yên navneteweyî, di çarçoveya danûstandinên nukleerî, nîqaşên li ser vebijarkên leşkerî û hevsengiya ewlehiya herêmî de, bal kişandin ser aloziya di navbera Îran, DYA û Îsraîlê de.

Di rojeva çapemeniya cîhanê de geşedanên li Rojhilata Navîn ango geşedanên li Îranê bûne mijara sereke. Gefxwarinên Amerîkayê û Îranê li dijî hev didomin û ev yek her roj dibe mijara çapemeniya cîhanê.
Reuters: Peyama ji Tehranê: Em ê serî li ber zextê netewînin
Li gorî Reutersê, Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan di daxuyaniyekê de di dema danûstandinên nukleerê yên bi DYAyê re got ku ew ê li dijî zextên navneteweyî li ber xwe bidin. Pezeşkiyan diyar kir ku hêzên cîhanê hewl didin Îranê neçar bikin ku paşde gav biavêje û got ku dê welatê wî di bin zextan de siyaseta xwe neguherîne.
Reuters her wiha ragihand ku li Washingtonê li ser vebijarka leşkerî ya li dijî Îranê nîqaş berdewam dike, lê di nav rêveberiyê de derbarê lêçûnên aborî û siyasî yên vê vebijarkê de nêrînên cuda hene. Li gorî ajansê, dema ku hin şêwirmend îşaret bi rîskên pevçûna rasterast dikin, derdorên ewlehiyê îşaret pê dikin ku zextên leşkerî divê wekî hişyariyekê bên domandin.
The Guardian: Pêşniyara berevajî li ser dosyeya uranyûmê
Li gorî rojnameya The Guardianê; Îran red dike ku stokên xwe yên uranyuma pir dewlemendkirî ji welêt derxîne, lê amade ye ku vebijarka kêmkirina asta dewlemendkirinê binirxîne. Rojnameyê bi îşaretkirina çavkaniyên dîplomatîk, ragihand ku Tehranê di danûstandinan de bi zelalî diyar kiriye ku materyalên nukleerî dê ji welêt neyên derxistin.
The Guardian her wiha radigihînd ku li aliyê Amerîkayê nîqaşên li ser “vebijarkên leşkerî yên sînordar” berdewam dikin û ev rewş zextê li pêvajoya danûstandinan dike.
Financial Times: Tirsa şer li Tehranê
Li gorî Financial Timesê, îhtimala êrişeke Amerîkayê li Tehranê fikarên civakî zêde kiriye. Rojnameyê ragihand ku jiyana rojane li paytextê berdewam dike, lê nezelalî û îhtimala şer bi taybetî di nav nifşê ciwan de bi awayekî dijwar tê nîqaşkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku têkeliya lawaziya aborî û mijara gefên leşkerî di nav gel de tengezariyê çêkiriye.
Responsible Statecraft: Welatên Kendavê ji belavbûna şer bifikar in
Analîzeke ku li ser platforma siyaseta derve ya Amerîkî Responsible Statecraft hatiye weşandin, diyar kir ku welatên Kendavê bifikar in ku operasyoneke leşkerî ya muhtemel a li dijî Îranê dikare bêîstiqrariya herêmî zêde bike. Analîzê ragihand ku li gor têgihiştina hin pisporên heremî teşeya gefê li Rojhilata Navîn guheriye; li gor wan şerê mezin dikare kapasîteya dewletê li Îranê lawaz bike û valahiyên ewlehiyê yên nû biafirîne.


