Amedekariyên ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ bi dawî bûn

Amedekariyên “Konferansa di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” a ku dê li Stenbolê di 13-14’ê Hezîranê de bê lidarxistin temam bû. Gelek nivîskar û rewşenbîr dê bêşdarî konferansê bibin.

1 deqe xwendin
Amedekariyên ‘Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ bi dawî bûn

Amedekariyên konferansa ku dê di 13-14’ê Hezîranê de li Stenbolê bê lidarxistin, temam bû. “Konferansa di Sedsaliya Duyemîn de Veguherîne Komara Demokratîk” dê li Navenda Çandê ya Cem Karaca bi temaya “Di Sedsaliya Duyemîn de Dahatûyek Hevpar” bê lidarxistin.  

Hate diyarkirin ku dora sed rojnamevan akredîte bûne û gelek kesên ji partiyên siyasî û tevgerên civakî hatilne vexwendin. 

Vexwîner

Vexwînerên konferansê ji rewşenbîr û nivîskarên navdar pêk tê: “Ahmet Tur, Alî Bayramoglû, Akin Bîrdal, Ayşegul Devecîoglû, Çîlem Kuçukkeleş, Dîba Keskîn, Dogu Ergîl, Ender Îmrek, Erdogan Aydin, Fadil Bedirhaoglû, Fatma Bostan Unsal, Fazil Husnu Erdem, Ferhat Kentel, Gulten Kişanak, Îhsan Elîaçik, Julîde Kural, Kubal Kural, Levent Koker, Mehmet Bekaroglû, Mesut Yegen, Nuray Turkmen, Pkrat Estukyan, Riza Turkmen, Sureyya Karacabey, Şebnem Korur Fîncanci, Şukru Aslan, Cehap Coşkun, Yakin Erturk, Zeynep Alitok.”

Bernameya 13yê hezîranê

Axêverên destpêkê: Gulten Kişanak û Riza Turmen

Axêverên vexwendî: Burhan Sonmez (Vekirina Pencerek bo Dahatûyê)

Civîna Yekemîn

Çîroka Damezrîner a Komarê, Derfet û Ên Dervemayî  

Moderator: Levent Koker

* Erdogan Aydin (Komarek Demokratîk Pêkan bû?) 

* Hulya Osmanagaoglû ( Komar: Şoreşa Burjuwa, Têkoşîna Çandî, Tevgera Femînîst)

 * Namik Kemal Dînç (Kêşeya Sedsalî: Kurd di Navberaq Îhya û Îmhayê de)

 * Pakrat Estukyan (Di Avakirina Dahatûyê de Raboriya Dide Fikirîn)

Civîna Duyemîn

Tenêtiya Sedsalî: Neteweperestî, Bîr û Dabeşbûna Civakî

Moderator: Fatma Bostan Unsal

* Bekîr Agirdir (Gelo Em Dikarin Bêyî Ku Guh Bidên Hev, bi Hev re Bijîn?)

* Ferhat Kentel (Di Heman Raboriyê de Lê di Cîhanên Cuda de: Bîra Dabeşbûnê û Nelihevkirinê)

* Noémi Lévy-Aksu (Hevrûbûna bi Raboriyê re: Vegotina Dîrokî û yên Din ên Bîra Civakî)

* Serhun Al (Ji Asîmîlasyonê Ber Bi Entegrasyonê ve: Li Tirkiyeyê Hewldanên Hemwelatiya Berfireh û Nasnameya Neteweyî)

Civîna Sêyemîn

Pirsgirêka Kurd: Sedsala Nû ya Pirsgirêka Sed Salî

Moderator: Dogu Ergîl 

* Alî Bayramoglu (Pirsgirêka Kurd, Serdemek Nû, Hevsengiyên Nû)

* Abbas Walî (Pirsgirêka Kurd, Ewlehiya Dewletê û Demokratîkbûna Pêvajoya Siyasî ya li Tirkiyeyê)

* Feyza Akinerdem (Vegotinên Nû Yên Pirsgirêka Kurd: Çîroka Jiyana Bi Hev re Çawa Tê Avakirin?)

* Mesut Yegen (Ji bo Çareseriyeke Rastîn: Ji bo Her Kesî Komar, Ji bo Her Kesî Demokrasî)

* Veysî Aktaş (Di Çareseriya Pirsgirêka Kurd de Entegrasyona Demokratîk û Avakirina Pêkvejiyanê)

Panel-Forum 1

Komara Kê, Pêşerojek çawa?

Moderator: Nuray Turkmen

* Îrfan Çagatay (Li Perava Komarê: Tecrûbeya Lazan û Hemwelatiya Demokratîk)

* Alî Duran Topuz (Li Dijî Hêviya Demokratîk, Restorasyona Hegemonîk)

* Huda Kaya (Ji Dîroka Zulmê Ber Bi Hestiyariya Kozmîk ve: Komara Çêker

* Levent Ayaşlioglû (Koçberbûna ji warê xwe, Pêkvejiyîn: Penaberî û Siyaseta Mafan) 

* Îhsan Elîaçik (Ji Peymana Medîneyê Ber bi Komara Demokratîk be; Gelo Pêkvejiyan Pêkan e?)

Bernameya 14ê hezîranê

Civîna Çaremîn

Ji Civakê Ber Bi Dewletê ve Derfetên Demokratîkbûnê 

Moderator: Akin Bîrdal 

* Şukru Aslan (Tevna Civakî ya Piralî ya ku bi Siyaseta Yekperest a Komarê Hatiye Tepisandin)

* Ruşen Seydaoglû (Rola Avaker a Jinan di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de)

* Mehmet Bekaroglû (Neteweperestî, Welatparêzî, Hemwelatî?)

* Ozgur Erol (Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Hiqûqî û Demokratîk)

Civîna Pêncemîn

Civakîkirina Demokrasî û Aştiyê

Moderator: Şebnem Korur Fîncanci

* Ahmet Faruk Unsal (Di Pêkanîna Aştiya Civakî de Tecrubeyên Salên 2013-2015 û 2024’an)

* Yuksel Genç (Zemîna Civakî ya Aştiyê: Siyasetên Bêewlehiyê û Avakirina Demokrasiyê bi Hev re)

* Cemal Salman (Ji Îdealê Ber bi Rastiyê ve di Sedsala Duyemîn de Komar û Elewî)

* Vahap Coşkun (Demokratîkkirn û Mutabeqeta Civakî)

Civîna Şeşemîn

Li Bin Heman Ezmanî: Pişgirî, Rêxistinbûn û Demokrasiya Beşdar

Moderator: Çîlem Kuçukkeleş

* Ahmet Turk (Siyaseta Demokratîk û Hêza Civakê: Ji Xwecîhî Ber bi Komara Demokratîk ve) 

* Arîf Alî Cangi (Aştî bi Xwezayê re: Komara Demokratîk a Ekolojîk)

* Zulfiyet Yilmaz (Derfetên Beşdariya Demokratîk ji Xwecîhî Ber bi Navendê ve û Sînorên Hiqûqê)

* Bahadir Ozgur (Ked û Ekolojî: Ber bi Rêxistinbûneke Nû ve)

* Cuma Çîçek (Ji Bo Pêşerojekê Eko-Herêm: Nenavendîbûn û Siyaseta Hevbirrînê)

Panel-Forum 2

Komara kê ye, Pêşerojek çawa?

Moderator: Kuban Kural 

* Neslîhan Acar (Karker Çawa ji Hemwelatiyê Hatin Derxistin?)

* Yildiz Tar (Tenêtiya Sedsalî: Azmûna Komarê ya bi Rastiya LGBTÎ+ re û di Sedsala Nû de Lêgerînên Çareseriyê)

* Dîba Keskîn (Di Pêşerojekê Çawa de Komara Demokratîk çi Sozan Dide Jinên Oldar?)

* Ayşe Gul Altinay (Bi Pişgiriya Cîhanî Hûnandina Aştiyê)

* Mehmet Ugur Korkmaz (Gelo "Cumhur" Komarê ji Ciwanan re Dihêle?)

Beşa dawî: Parvekirina metna "Banga Demokratîk ji bo Sedsala Nû"