Amedspor û çanda komunal
Amedsporê di heman demê de di warê rêxistinkirina civakê û di birêvebirina civakê de mînak û nimûneyên girîng nîşanî me da.

Amedspor di dawiya sezona 2025-2026an de sezonê bi serkeftî qedand û derket Lîga Super a Tirkiyeyê. Ev serkeftin bi taybetî di nav kurdan û dostên kurdan de bû hinceta şahî û kefxweşiyeke mezin. Ev şahî û kefxweşî bi pirozbahiya şampiyoniyê ya 10ê gulanê gihîşt lûtkeya herî jor. Tîma Amedsporê şahî û pirozbahiyên xwe temam kirin û ji niha de amadekariya sezona pêşiyê dike. Da ku ev serkeftina xwe di Lîga Super a Tirkiyeyê de jî bidomîne û di lîgê de mayînde bibe.
Werzîş pirî caran ji aliyê desthilatdaran ve bi awayekî aşkere wekî amûreke pergalîkirina civakê û wekî çekeke siyasî ya domandina hebûna rejîmê tê bikaranîn. Lê, ji aliyê mixalefeta civakî ve jî pirî caran werzîş ji bo rêxistinkirina civakê û propagandayê tê bikaranîn. Bi vê wateyê, fitbol derfetên girîng dide mixalefeta civakî ji bo rêxistinkirina civakê.
Di Kûpaya Cîhanê ya 1978an de ku cûntaya Arjantînê dixwest desthilatdariya xwe bidomîne, lê rewş bi carekê veguherî û stadyûm bû qada rêxistinkirina mixalefetê. Li trîbûnan alîgiran bang dikir: “Se va acabar, se va acabar, la dictadura militar” (Dê biqede, dê biqede, diktatoriya leşkerî).
Mixalefeta civakî di şoreşa Misrê ya 2011an de bû koma alîgirên El-Ahliyê, di çalakiyên Geziyê yên 2013an de bû koma Çarşî ya alîgirên Beşiktaşê. Û ji 2015an vir ve jî li Kurdistanê, li hemberî înkarkirina nasname, çand û zimanê kurdî bû koma alîgirên Amedsporê. Stadyûmên fitbolê veguherîn cihên ku desthilatî û nijadperestî lê tên redkirin.
Lê Amedspor di heman demê de di warê rêxistinkirina civakê û di birêvebirina civakê de mînak û nimûneyên girîng nîşanî me da.
Divê rêxistinkirina civakê bi rêbazên dînamîk bin, ne bi rêbazên statîk. Li gorî pêwîstiyên demê û pêwîstiyên civakê, li gorî giyanê demê, li gorî guherînên teknolojiyê, li gorî guherînên sosyolojiya civakê û hwd. rêbazên rêxistina civakê xwe nûjen bike û li gorî zimanê civakê bi civakê re têkiliyê deyne. Ji hevoka ‘li gorî zimanê civakê’ ne tenê li gorî devoka civakê bê fêmkirin. Ji hevokê divê hem li gorî devoka civakê (kurmancî, kirmanckî, soranî, goranî, lorî) him jî li gorî nirxên civakê bi civakê re têkiliyê deyne bê fêmkirin. Me di mînaka alîgirên Amedsporê de ev rêbazan dîtin. Alîgirên Amedsporê bi piranî ciwan in, ji ber wê jî rêxistinkirina alîgiran li gorî pêwîstî û helwesta ciwanan bi rêbazên teknolojiyê û li gorî sosyolojiyê nû hat kirin. Lewma di hemû pêşbirkên ku li Amedê an jî li dema derveyî dihatin lîstin, alîgirên Amedsporê stadyûmê tijî dikirin. Di heman demê de zimanê rêxistinê jî zimanê civakê bû. Muzîka kurdî di hemû parvekirinên medya civakî de dihat bikaranîn û muzîka ku li stadyûmê dihat lîstin jî stranên gelêrî, civakî û neteweyî lê bi enstrûman û şîroveyên nûjen dihatin lîstin. Bi vê rêbazê nifşên nû bi çand, huner û zimanê gel ve dihat rêxistinkirin û nasnameyeke polîtîk û neteweyî dihat damezrandin.
Amedspor di rêvebirinê de jî ji bo birêxistinkirina civaka komunal bingehên baş derxistine holê. Li Amedê; meclisên pîşekarî, saziyên demokratîk ên civakî, rêxistinên civaka sivîl, rêvebirên herêmî yên hilbijartî, karsaz, sendîkavan û kesayetên civakî, bi helwesta pirrengî ve meclisa şêwirmendiyê pêk anîne. Ev meclis rêveberiyeke hevkar û hevpar saz kir. Ev rêvebiriya ku bi hevkarî û hevpariyê hatiye sazkirin serkeftinên ku li jor hatine gotin bi cih anîne û Amedspor bi rastî jî kirine tîma gel. Bi vê helwestê Amedspor ne tîma karsazan e, ne tîma komekê ye, ne tîma hizbekê ye û ne jî dûrê nirxên civaka kurd e. Amedspor rasterast tîma gel e û hemû pêwîstiyên xwe jî ji gel û hêza xebata hevpar û hevkar (ango komunal) werdigire. Di mînaka Amedsporê de derket holê ku civak bi rêbazek rast û bi xebatek dilsoz hewl bide ew ê teqez bi ser bikeve. Îro Amedspor destê xwe ne ji saziyên dewletê re, ne ji nûner û rêvebirên desthilatdar re û ne jî ji karsaz û şexsan re vedike. Tîma gel bi alîkariya rêvebiriya hevkar û hevpar û bi piştgiriya gel ve pêwîstiyên xwe bi cih tîne.
Ev ceribandina Amedsporê ji bo damezrandina civaka demokratîk a exlaqî û polîtîk mînakek girîng e. Birêz Ocalan di pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi israr pêşniyar dike ku civak bi rêbaza komunal bê birêxistinkirin. Lê mixabin di vî warî de hîn jî xebateke şênber li ber dest tune ye. Hewldan hene, ked heye, xebat heye lê ji ber ku nexşerêya birêxistinkirina civakê ne zelal e encam jî dernakeve. Divê hemû qadên civakî û sivîl ji ceribandina Amedsporê mînak werbigirin. Li gorî pêwîstiya civakê, bi nirxên civakî û bi zimanê civakê sazî û rêxistinên komunal bên sazkirin. Komuna aboriyê ji aliyên karsaz, sendîka û kedkaran ve bê sazkirin. Hilberîneke ekolojîk, hilberîneke ku mafê kedkaran binpê neke û pêwîstiyên civakê jî bigire ber çavan û bi vê hewlê jî pirsgirêka bêkarî û xizaniyê bê çareserkirin. Komuna tenduristiyê bi pêkhateyên xwe, komuna perwerdeyê bi pêkhateyên xwe, komuna çandê bi pêkhateyên xwe li gorî pêwîstiyên kadroyên xwe û pêwîstiyên civakê, bi nirx û zimanên civakê û bi rêveberiyeke hevkar û hevpar xwe bi rêxistin bikin. Civakên komunal li dar bixin û destên xwe jî ji dewletê re venekin. Ku civak hewl bide ew ê teqez bi ser bikeve. Mînaka Amedsporê li ber çavan e.


