Amedsporê biryara berdewam kirina Nahît Eren da
Lijneya Îstîşareyê ya Amedsporê biryar da ku bi Serokê Amedsporê yê niha Nahît Eren re berdewam bike. Di axaftinan de bal hate kişandin ku Amedspor ji bo aştiyê xwedî cihekî girîng e.

Lijneya Îstîşareyê ya Amedsporê derheqê hilbijartina Serokatiya Amedsporê, geşedanên dawî û pêşeroja Amedsporê li Tesîsên Şehmûz Ozer ê ku girêdayî navçeya Peyas a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê û Şaredariya Peyasê, nûnerên rêxistinên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û serokên berê yên Amedsporê tev li daxuyaniyê bûn.
Serokê Lijneya Îstîşareyê ya Amedsporê Metîn Kilavûz anî ziman ku soza kupayê dabûn alîgirên Amedsporê û kupa bi hev re anîn bajar û wiha got: “Komîsyona me ya kongreyê dixebite da ku kongre bi awayekî xurttir derbas bibe. Ji gelek deran nêrîn hatin girtin. Mijarên wekî mayindebûna di Super Lîgê de, xurtkirina nasnameya saziyê, xurtkirina binesaziyê û pêşvebirina tîma fûtbolê ya jinan hatin nirxandin. Pêşniyara hevpar a lijneya îstîşareyê ew bû ku bi Nahît Eren re berdewam bike. Em ê heta roja kongreyê lîsteyeke xurt amade bikin.”
‘Divê em astengiyan yek bi yek derbas bikin’
Piştre Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya jî ev tişt gotin: “Serkeftina ku me bi dest xistiye ne tenê serkeftineke sportîf e, serkeftina hişê hevpar e. Ji bo avakirina ya herî bêkêmasî divê em xebatê bimeşînin. Divê em astengiyan yek bi yek derbas bikin û vê yek pêk bînin.”
‘Em ê vê têkoşînê bi hev re qezenc bikin’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî axivî û diyar kir ku ji bo bajarê wan şampiyoniyeke girîng hat bi dest xistin û ev tişt anî ziman: “Wekî rêveberiyên herêmî, em ê xwedî li tîma gel derkevin. Di çarçoveya profesyoneliyê de û bi hişê hevpar, em ê vê serkeftinê hîn bêtir bi pêş ve bibin. Ev tîmek e ku xwedî alîgir û rêxistinên sivîl e yên ku sînorên bajêr derbas kirine. Tîmek e ku li hemberî hemû êrîşan serbilind rawestiyaye û karîbûye bi hev re bimîne. Amedspor di nav têkoşîneke pir dijwar de ye. Em ê vê têkoşînê bi hev re qezenc bikin.”
‘Amedspor cihê nirx û berpirsiyariyên hevpar ên gelê me ye’
Serokê Amedsporê Nahît Eren jî ev tişt gotin: “Ev pêvajoyek e ku nêrîna her kesî tê girtin û demokrasî tê meşandin. Ji bo Amedsporê tiştê herî girîng sazibûn û profesyonelî ye. Armanceke vê tîmê heye ku vî bajêrî li her derê cîhanê temsîl bike. Amedspor cihê nirx û berpirsiyariyên hevpar ên gelê me ye. Hêza herî girîng a Amedsporê li ser piyan dihêle komên alîgiran in. Tevkariya wan di Super Lîgê de pir girîng e. Ez bawer dikim ku alîgir dê bi awayekî xurttir piştgiriyê bidin.”


