Amnesty International: Kesên tevli çalakiyan bûne di bin metirsiya darvekirinê de ne

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) diyar kir ku herî kêm 30 kes ji ber tevli xwepêşandanên dawî yên Îranê bûne, di jêr metirsiya darvekirinê de ne.

1 deqe xwendin
Amnesty International: Kesên tevli çalakiyan bûne di bin metirsiya darvekirinê de ne

Amnesty International der barê rewşa kesên di xwepêşandanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê de hatine girtin de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku herî kêm 30 kesên ku ji ber tevli xwepêşandanên dawî yên li Îranê bûne, dibin metirsiya darvekirinê de ne. Ji wana 8 jê ciwan in, 2 jî zarokên temenê wan di jêr 18 saliyê de ne.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku kesên hatine girtin, di demek pir kurt de bêyî ku parêzerên wan amadebin, hatine dadgehkirin û li gor îfadeyên ku bi zorê ji wan hatine girtin, ceza li wan birîne.

Amnesty diyarkiriye ku desthilata îranî sîstema dadweriyê wek amrazek ji bo tirsandina civakê û bêdengkirina gel bikartîne.

Herwiha Amnesty International daxwazê ji tevayî civaka navdewletî dike ku zextan li ser Îranê zêdekin daku bikarin pêşî li darvekirinan bigrin û şandeyên navdewletî serdana girtîgehan bikin.