Antonio Guterres: Hiqûq ji aliyê ‘hiqûqa hêzdaran’ ve tê çewisandin
Antonio Guterres di rûniştina li Cenevreyê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de axivî û got ku li cîhanê ‘hiqûqa bihêzan’ geş dibe û li dijî mafên mirovan êrişeke berfireh heye.

Sekreterê Giştî yê Neteweweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres tevli rûniştina Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bû. Antonio Guterres di rûniştinê de der barê mafên mirovan ên ku êriş li ser wan tê kirin wiha axivî: “Êrişên li ser mafên mirovan ne veşartî ne û jî ji nişka ve pêk tên. Bi aşkere û piranî bi pêşengiya aktorên herî xurt tên meşandin. Mafên mirovan bi zanebûn û bi rengekî stratejîk tên fedakirin.”
Antonio Guterres diyar kir ku hiqûq ji aliyê ‘hiqûqa hêzdaran’ ve tê çewisandin û hişyarî da ku eger mafên mirovan lewaz bin dê hemû pergal hilweşe. Sekreterê Giştî yê NYê anî ziman ku hişê çêkirî û teknolojiyên nû weke amûra zextê tên bikaranîn û da zanîn ku ew ji ber van sedeman bi fikar in.
Demokrasiyê hildiweşînin
Antonio Guterres bal kişand ser girtina rojnameger-parêzvanên mafên mirovan, tengkirina qada civaka sivîl, paşketina mafên jinan û cudakariya li hemberî kesên astengdar û bi bîr xist ku demokrasî tên binpêkirin û got: “Koçber tên tacîzkirin, girtin û dersînorkirin. Koçber weke hedef tên nîşandan. Civakên LGBTIQ+ tên reşkirin. Pêkhate û xelkên herêmî tên hedefgirtin.”


