Aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

Dayik-Mirovên Şemiyê di hefteya 1097emîn de li aqûbeta Talat Turkoglu yê di 1ê nîsana 1996an de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn.

1 deqe xwendin
Aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn

Dayikên-Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1097emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Dayikên Şemiyê di hefteya 1097an de li aqûbeta Talat Turkogluyê yê di sala 1ê nîsana 1996an de hatibû binçavkirin û windakirin pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Dayika Şemiyê Sebla Arcan ve hat xwendin.

Sebla Arcan diyar kir ku ji cihê ku dayika Ziynet hiştiye, em dipirsin, ‘Talat Turkoglu li ku ye?’ û wiha axivî: “Tu astengî lêgerîna me ya heqîqetê nikarê rawestinê. Di hefteya 1097an de jî em rastiyê bi bîr tînin. Parastina kiryaran, reşkirina delîlan û dozên ku demdorî nîşaneya polîtîkaya bêcezahiştinê ye û sedama xwe ji vê digire. Daraz faîlan diparêze.”

Der barê Talat Turkoglu

Sebla Arcan anî ziman Dayika Ziynet li aqûbeta kurê xwe nezanî û jiyana xwe ji dest da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Talat Turkoglu 45 salî bû wekî sosyalist dihata nasîn. Di sala 29ê adara 1996an de ji bo serdana dayika xwe çû Edîrneyê. Li malê ji birayên xwe re got polîs li pey min in. Di 1ê nîsana 1996an de dema ku ji bo vegera Stenbolê ji mal derket û êdî tu agahî jê nehat girtin. Serlêdanên Malbat, ÎHD, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) û rêxistinên dadê bêencam man. Saziyên fermî gotin Talat Turkoglu nehatiye binçavkirin. Di sala 1997an de endamê JITEMê Kasim Açik bû îtirafkar û li ser Talat Turkoglu gelek agahî da û diyar kir ku Talat Turkoglu li Edîrneyê hatiye girtin û bi îşkenceyê hatiye kuştin laşê wî jî avêtine Çemê Merîçê. Lê dîsa jî tu lêpirsîn nehat vekirin. Malbat serî li DMMEyê da, di sala 2004an de DMMEyê Tirkiyeyê mehkûm kir. Lê kiryar nehatin dîtin. Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.