Armanc avakirina aştiya civakî ye
Endamê kordînasyona Forûma Aştî û Azadiya Civakî akademîsyen Dr. Yasîn Dûman derbarê forûma ku pêk hat ev tişt anî ziman: “Armanca me avakirina aştiya civakî ye. Lê divê em bizanibin ku ev karekî hêsan ango di demeke kin de pêk were nîn e. Avakirina aştiyê carna bi dehan salan didome. Ji ber vê rastiyê divê em hem sebra xwe û hem jî afirîneriya xwe biparêzin û tiştên ku ji destê me tê îro bikin.”

Firat Tunç
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi piştgiriya torên herêmî û navneteweyî, di navbera 12-16 gulanê de li Amedê Forûma Aştî û Azadiya Civakî li dar xist. Forûm 5 rojan domiya û di forûmê de bi dehan panel, gotûbej, atolye û çalakiyên çandî-hunerî hatin lidarxistin.
Di forûmê de ku akademisyen, siyasetmedar, humermend, rojnameger, hiqûqnas, tevgerên jinan, rêxistinên ekolojiyê û gelek nûnerên ji rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdar bûn û mijarên wekî aştiya civakî, çareseriya demokratîk, azadiya jinan, ekolojî, çand, ziman, bîr û demokrasiya herêmî hatin nîqaşkirin. Armanca Forûma Aştî û Azadiya Civakî beşên cuda yên civakê bîne cem hev û nexşerêyeke hevpar ava bike. Forûmê ne tenê nîqaşkirina pirsgirêkan, di heman demê de, ji bo birêvebiriyên herêmî û civaka sivîl avakirina nexşeyeke rê ya şênber kir armanc.
Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi beşdarbûna hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin ên Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan, siyasetmedar Veysî Aktaş, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Waliyê Dihokê Dr. Elî Teter, Waliyê Hewlêrê Omid Xoşnav û akademisyen Dr. Ozgur Sevgî Goral, endam û birêvebirên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî pêk hat.
Ji bilî beşdarvanan gelek kesên wek Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Fetî Yildiz, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê Fîgen Yuksekdag (ku li Girtîgeha Hejmara 1an a Kandirayê ya Kocaeliyê tê ragirtin) û Selahattîn Demîrtaş, her wiha hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli (ku bi Selahattîn Demîrtaş re li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tên ragirtin) peyam ji forûmê re şandin. Gelek beşdarvan jî bi rêya telekonferansê tev li vekirina forûmê bûn.
Di Forûma Aştî û Azadiya Civakî di peyama aştî û azadiyê ji aliyê hemû beşdarvanan ve hat dayîn. Her wiha bi vê forûmê re derket holê ku aştî û azadiya civakî tenê bi vegotin û fêmkirina pirsgirêkên hevdu, nêrîn û pêşniyarên çareseriyê pêkan e. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku gavên ji bo gihîştina serkeftina pêvajoyê hewce ne û divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were dabînkirin.
Em derbarê Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi endamê kordînasyona forûmê akademîsyen Dr. Yasîn Dûman re axivîn.
Armanca bingehîn a Forûma Aştî û Azadiya Civakî çi ye ku bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat?
Gelek armancên Forûma Aştî û Azadiya Civakî hebûn û yek ji armancên sereke ev bû ku em bibin piştevan ji bo pêvajoya ku em tê de derbas dibin. Bi gotineke din, hewldanên ji bo bidawîkirina şer ji bo me gelekî bi qîmet in û divê li hemberî hemû zor û zehmetiyan ev hewldan bidomin û divê civak jî beşdarî vê pêvajoyê bibe. Ger civak tevlî vê pêvajoyê nebe, hewldan dê qels bimînin û negihîjin wê astê ku civak xwedî li encamên wê derbikeve.
Daxwaz, guman û hêviyên endamên civakê yên ji nasnameyên civakî û çandî, netewe û baweriyên ciyawaz tên bo me gelekî girîng in di vê pêvajoyê de. Eger siyaseteke bilind û ji civakê qutbûyî bê meşandin em ne bawer in ku encameke baş di warê civakîbûna aştiyê de derxînê holê. Ji ber vê jî em dixwazin li aliyekê tiştên ku heta niha qewimîne bigirin ber çavan, wan bi bîr bînin, li ser van biaxivin û li aliyê din jî diyar bikin ka em dikarin çawa bi hemû hêza xwe û bi îradeyeke hevpar ji bo ku em van zor û zehmetiyan siviktir bikin an jî yekcar ji holê rakin.
Di Forûma Aştî û Azadiya Civakî de li ser gelek mijaran hat sekinandin, hûn dixwazin di dawiya van rûniştinan de bigihîjin kîjan encamê?
Ji bo bersivandina wan pirsan helbet lazim e em bên ba hev û bi hev re biryarê bidin, nexşerêyekê ava bikin û vê nexşerêyê pratîk bikin. Ger wisa nebe em ê nikarin bigihîjin armanca xwe. Ji bo vê jî em divê hem hêviya xwe biparêzin û hem jî xwedî li daxwazên xwe derkevin.
Em nikarin heta hetayê li bendê bin ku hin kes werin aştî û azadiya civakî diyariyê me bikin. Divê em bixwe vê yekê ava bikin. Wek her carê em dibêjin: Em ê bi hêza xwe, bi fikrên xwe, bi saziyên xwe, çand û zimanê xwe, bi çavkaniyên xwe û bi îradeya civakî re vê yekê pêk bînin.
Tê zanîn ku li Rojhilata Navîn kaoseke mezin heye. Dema em li vê rewşê dinihêrên dikarin bibêjin ku dê encamên Forûma Aştî û Azadiya Civakî bandoreke çawa li polîtîkayên herêmî yan navneteweyî bike?
Gelek kesên biyanî hatin tevlî forûmê bûn. Di gelek mijarên cuda de axaftin hatin kirin. Ji bo niha zehmet e mirov bersiveke zelal bide vê pirsê lê bi qasî ku em dibînin eleqeyeke gelekî baş hebû ji bo forûmê. Helbet em dixwazin dengê xwe bigihînin hemû aliyên ku dijberî yan piştevaniya avakirina aştiya civakî û azadiyê dikin. Piştî ku forûm xelas bû, em ê raporeke berfireh derbarê encama ku derketiye holê amade bikin û ji hemû aliyên siyasî û civakî re bişînin.
Kesên ku vê xebatê bi qîmet dibînin gelek in û em dixwazin têkiliya xwe bi wan re hem di asta herêmî û hem jî ya navneteweyî de bi awayekî xurttir bidomînin. 45 sazî û dezgehên akademîk, civakî, pîşeyî û komên aktîvîst di Forûma Aştî û Azadiya Civakî de piştevaniya me kirin. Piraniya wan bi salan in li ser aştî û azadiya civakî kar û xebatan dikin. Nêrîn û tecrûbeyên wan gelekî girîng in.
Di forûmê de hem ji wan tecrûbeyên heyî fêr dibin û hem jî dîrok û şert û mercên ku wek kurd em dijîn ji wan re dibêjin. Di vî warî de her çiqas forûm bi tena serê xwe nikaribe bandoreke rasterast û demildest li ser polîtîkayên herêmî yan navneteweyî bike jî, em bawer in civata ku me anî ba hev dê tesîra xwe bi awayekî erênî roj bi roj mezintir bike.
Armanca me avakirina aştiya civakî ye. Lê divê em bizanibin ku ev karekî hêsan ango di demeke kin de pêk were nîn e. Avakirina aştiyê carna bi dehan salan didome. Ji ber vê rastiyê divê em hem sebra xwe û hem jî afirîneriya xwe biparêzin û tiştên ku ji destê me tê îro bikin.
Forûma Aştî û Azadiya Civakî bi beşdariya gelek kesan pêk hat. Gelo der barê mijarê de çavdêriyên te çi ne?
Li gorî çavdêrî û qeydên me eleqeyeke gelekî baş hebû. Bi sedan kes rasterast qeydên xwe ji bo 45 atolyeyan çêkirine. Bi hejmara beşdarên ku bêyî xwe qeyd bikin tên panelan, konser, lîstik, nîşandana fîlman texmîna min em gihîştin zêdetirî hezar kesî. Ev ji bo bernameyeke ev qasî berfireh ku hinek komxebat 2 heta 4 rojan berdewam in hejmareke gelekî baş e.
Her wiha hem ji aliyê beşdaran û hem jî ji aliyê birêvebirên komxebat û çalakiyan nêrînên gelekî baş digihin me. Bi salan e ku xebatek evqasî berfireh û bi vê armanc û metodê xebat nehatibûn kirin. Ji ber vê eleqeyê em gelekî kêfxweş in spasiya hemû kesên beşdar û piştevaniya me kirine dikin. Mala wan ava.
Di atmosfereke ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk didome me de lidarxistina vê forûmê li Amedê çi peyamê dide raya giştî?
Bi ya me peyama herî bingehîn ev e ku em xwedî îrade ne di avakirina aştî û azadiya civakî de û em ê vê pêk bînin. Wek min got her çiqas zor û zehmetî hebin jî divê têkoşîna ku gel, rêxistin û siyaset heta niha daye ji me re bibe xeta esasî di israr û sebra me de. Em hem ji aliyê teoriyê ve û hem jî di aliyê pratîkê de xwedî tecrûbe ne. Divê em bi wêrekî tevbigerin û xebatên ji bo gihandina cudahiyên civakî û siyasî bidomînin. Me hay ji kêmasiyên xwe jî hene û divê di demeke nêzîk de em van temam bikin. Lazim e em nêzîkahî û nîqaşên ku rêya me asteng dikin çareser bikin, rêyeke firehtir vekin da ku em di rêya aştî û azadiya civakî de bi hev re bimeşin û kesekî/ê li pey xwe nehêlin. Hemû endamên civakê yên ku dengê me bihîstin bila werin û bibin piştevan. Em dikarin ji bo piştevaniyê bi deng an rengekî dîtir qadekê bi hev re biafirînin. Rol û mîsyonên ku em bigirin ser xwe gelek in. Ev xebat xebata me hemûyan e û di heman demê de ji bo me hemûyan e.


