Hem mamoste hem şagirt in
Endamê Qada Perwerdehiyê ya Mexmûrê û mamosteyê zimanê kurdî Mele Şîrîn der barê pergala perwerdeya li Wargeha Mexmûrê nirxandin kir û got: “Zarokên kurdan dema bi zimanê tirkî perwerde dibin, wekî tirkekî/ê mezin dibin. Ya ku cudahiya neteweyan diyar dike, zimanê wan e. Netewe bi zimanê xwe tên nasîn. Têkçûna zimanekî têkçûna neteweyekê ye.”

Li Mexmûrê 27 sal in bi zimanê kurdî perwerde tê dayîn. Mamosteyên li Mexmûrê hem mamoste ne, hem şagirt in. Bi awayekî kolektîf xwe perwerde dikin. Hem xwe û hem jî şagirtên xwe perwerde dikin. Mamoste di heman demê de pirtûkên xwe yên waneyan jî amade dikin. Bingeha perwerdehiyê li vê wargehê bi zimanê zikmakî kurdî ye. Parastina ziman wekî parastina neteweyê pênase dikin. Dîsa têkçûna ziman wekî têkçûna neteweyê dibin û nêzî ziman dibin. Masote diyar dikin ku eger neteweyek û civakek zimanê xwe ji dest bide, hebûna xwe ji dest dide. Mamosteyên perwerdeyê destnîşan dikin ku mufredata wan di ser asta gelek dewletan de ye û encamên xurt werdigirin. Têkildarî pergala perwerdeya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) em bi mamosteyê zimanê kurdî Mele Şîrîn re a xivîn.
Endamê Qada Perwerdeyê ya Mexmûrê û mamosteyê zimanê kurdî Mele Şîrîn der barê pergala perwerdeya li Wargeha Mexmûrê nirxandin kir û got: “Zarokên kurdan dema bi zimanê tirkî perwerde dibin, wekî tirkekî/ê mezin dibin. Cudahiya di navbera neteweyan zimanê wan e. Netewe bi zimanê xwe tên nasîn.”
Li Mexmûrê çend sal in bi zimanê zikmakî zarok tên perwerdekirin?
Eger em wargehên din jî bihesibînin, demek pir dirêj çêbû ku perwerde tê dayîn. Lê eger em ji Wargeha Mexmûrê dest pê bikin, ji sala 1999an heta niha em perwerdeya bi zimanê zikmakî didin. Li Wargeha Şehît Rustem Cûdî 27 sal in bi zimanê zikmakî perwerde tê dayîn.
Li Mexmûrê bi kîjan zimanî perwerde tê dayîn?
Li Mexmûrê bêguman zimanê perwerdeyê zimanê zikmakî zimanê kurdî ye. Tevahiya waneyan bi zimanê kurdî tên dayîn. Lê wekî zimanê biyanî zimanên erebî û îngilîzî jî hene. Ev ji refa seretayî 4an heta refa 9an didome. Niha ji bo zarok zûtir fêr bibin, me zimanê erebî û îngilîzî daxistiye refa 2yan.
Çiqas xwedekar hatin perwerdekirin? Niha çiqas xwendekar hene?
Niha reqemeke diyar nîne. Lê bi dehhezaran xwendekaran li wargehê bi zimanê zikmakî perwerde bûne. Her sal di navbera 100-200 kesî de xwendeker derbasî zankoyê dibin. Hejmareke gelek zêde bi zimanê zikmakî perwerde bûye û ew gihîştine pîleya jor. Niha li wargehê 10 hezar û 350 xwendekar perwerdeyê dibînin. Ji dibistana seretayî heta dibistana amedeyiyê 10 hezar û 350 xwendekar hene. Komek xwendekar diçe peymangehê. Nêzî 100 xwendekarên me jî diçin zankoyê.
Xwendekarên ku bi zimanê zikmakî perwerde bûne niha çi karî dikin?
Xwendekarên ku bi zimanê kurdî perwerde bûne hemû heman karî nakin. Hinek ji wan mamoste ne. Hinek ji wan bijîşk in. Hinek endezyar û hinek jî karker in. Beşek ji wan tev li refê gerîla bûne û gelek ji wan şehîd bûne. Bi sedan kesên li vir perwerde bûne û piştre şehîd bûne hene. Ne bi dehan bi sedan şehîd hene. Yên niha di nav gerîlayan de li ber xwe didin jî hene. Di karên cur bi cur de dixebitin.
Hûn dikarin hinekî qala mufredata perwerdeyê ya Mexmûrê bikin?
Mufreda li Wargeha Mexmûrê û mufredatên dibistanên din dişibin hev. Di mufredatê de dersên ziman, jineolojî, bîrkarî, civaknasî, beşên wêjeyî, dîroka partiyê, felsefe, beşên zanistî yên wekî fîzîk, kîmya, biyolojî, dîsa wekî dersên muzîk, kompîtur û zimanên biyanî tev têne dayîn.
Li Mexmûrê bi çend zimanan perwerdeyî tê dayîn?
Bi zimanê îngilîzî û erebî wekî ku tê xwestin pirtûkên wan di destê me nînin. Ji ber ku gelek caran em pirtûkan ji der û dorê werdigirin. Lê heta polên 3-4an mufredat di destê xwendekaran de heye. Dema em mufredata wargehê ji aliyê erênî û neyînî ve binirxînin, aliyê erênî li gorî dewletên derdorê gelek gelek erênî ye. Dewlet di 6 biranşan de waneyan didin xwendekarên xwe. Lê li Mexmûrê hin caran 12-13 heta 14 dersên biranşan didin. Bi taybet di serdema amadeyî de em gelek biranşan didin. Di dibistanên seretayî de jî li dewletên cîhanê mufredat çi be, yên me jî wisa ne. Mînak ziman, zanyarî, bîrkarî, muzîk, wêne tên dayîn. Bi awayekî serkeftî jî ders têne dayîn. Ji bo em di demên pêş de hîn baştir û serkeftîtir waneyan bidin, niha me dest bi nûjenkirina pirtûkan kiriye.
Rojê çend saet tên dayîn û bi zimanên din armanca perwerdeyê bi zimanên din çi ye?
Demjimêra dersan li gorî wane û dibistanan tê guhertin. Li dibistanên amadeyî rojê herî kêm 6 demjimêr wane têne dayîn. Li gorî waneyan hin caran 8-9 saetan jî tê dayîn. Zimanê biyanî hefteyê 2-3 demjimêr e. Armanca zimanê biyanî ew e ku em dikaribin xwendekarên xwe bigînin pîleyeke bilintir û dikaribin zimanê biyanî jî bizanibin. Ji xwe zimanê zikmakî bingeha perwerdeyê ye. Lê pêdivî heye ku xwendekarên me bi zimanê din jî hinek dikaribin xwe îfade bikin. Wargeha ku em lê dijîn, desthilata ereban li ser heye. Ji ber vê yekê waneyên zimanê biyanî bi erebî tê dayîn. Dîsa zimanê îngilîzî jî em bixwazin û nexwazin bûye zimanekî cîhanî û gerdûnî. Ji ber vê yekê divê xwendekarên me bi zimanê îngilîzî jî dizanibin.
Mamosteyên dibistanên Mexmûrê çawa xwe perwerde kirin? Di kijan şert û mercan de xwe gihandin asta mamostetiyê?
Dema me dest bi dibistanan kir, tecrûbe û zanînên me tevan kêm bûn. Ji bo her biranş-waneyekê em çend mamoste hatin cem hev û me li ser wê biranşê xwe kûr kir û bi pêş xist. Me alîkarî da hev. Kî çi dizanîbû bi mamosteyê din re parve kir. Me zanîna xwe kolektîf kir. Bi vî rengî her ku çû hêz, zanîn û tecrûbe çêbû. Pêşketin çêbû. Mamosteyên ku di biranşan de xwe bi pêş xistin çêbûn. Mamosteyan li gorî biranşan di nav salan de xwendekar perwerde kirin. Di biranşên ziman, bîrkarî, kompîtur û hwd de pêşketin çêbûn. Ev pêşketin gihîşt asteke ku mamoste hem dikaribin waneyan bidin û hem jî dikaribin pirtûkên waneyên xwe ew bixwe binivîsin. Dema me nû dest bi perwerdeyê kir, ji xeynî lênûsk û pênûsê tiştek di destê mamosteyan de tune bû. Mamosteyan bi hizirîn/fikirîn û hewldanên xwe bi xwe amede kirin. Ev bi demê re bi pêş ket. Xwendekarên me piştî perwerdeya li Mexmûrê çûn li derve zanko xwendin. Di gelek aliyan de dikarîbûn me temam bikin. Me hevkariya hev û xwebawerî esas girt û me xwe bi vî awayî perwerde kir. Lê me ti carî ji xwe re negot ‘em mamoste ne’. Hin caran em bûn xwendekar û hin caran me perwerde da. Em hem xwendekar, hem mamoste bûn. Dema me wane didan, di heman demê de em di nav lêkolînê de bûn ku em çawa dikaribin baş û rast bidin. Ev bû sedem ku em xwe bêhtir bi pêş bixin, gavên mezintir û micidtir biavêjin.
Bi salan e hûn li Mexmûrê bi zimanê zikmakî perwerdeyê didin xwendekaran. Bandora perwerdeya zimanê zikmakî li ser zarok û xwendekaran çi ye?
Gelek sûdên perwerdeya zimanê zikmakî hene. Dema serok hat girtin, li gelek cihên ku kurd lê dijiyan, rêxistin tune bû. Lê li her dera ku kurd lê dijiyan ziman û hest yek bûn. Ev bû sedem ku kurd bi heman hest û helwestê li her derê bertekên xwe nîşan bidin. Tor, ben û werîsê ku civaka kurd bi hev ve girêdide zimanê wê civakê ye. Werîs-benê ku civakê û neteweyê bi hev ve girê dide ziman e. Em li Mexmûrê dema dengê dayikeke Mahabadê dibihîzin em diêşin. Eger ew bi zimanê me neaxivîbûya, kurdbûnê jî dê bandor li me nekiribûya. Dibêjin ziman netewe e. Têkçûna zimanekî têkçûna neteweyekê ye. Gelek û civakek ku zimanê xwe ji dest bide, hebûna xwe ji dest dide. Mînak dema ku 100 kurd bên kuştin û şehîd bikevin, tiştek li tirkan zêde nabe. Lê dema ku zimanê 100 kurdî asîmîle bikin û wan ji rastiya wan dûr dixin, wê demê hem ji kurdan kêm dibe û hem jî 100 kes li tirkan zêde dibin. Bişaftina ziman xizmeta dagirkeran dike. Ziman bi tiştekî din ve nikare bê qiyaskirin. Gotinek Îsmaîl Beşikçî hebû, digot; ‘’Dema em seranser nêzî gotina Rêber Apo dibin tiştekî naxwaze. Lê dema em bi kurahî nêzîk bibin em dibînin ku Serok Apo bi xwestina ziman gelek tiştan dixwaze. Ji ber ku yê civakê dike civak û neteweyekê dike netewe ziman e.’’
Bêyî ku zarok bi zimanê xwe perwerde bibin, dema ji destpêkê ve bi zimanê biyanî perwerde dibin, bandoreke çawa li ser pêşketin û kesayetiya wan dike?
Dema ku zarok bi zimanê biyanî perwerde bibin bêguman bandoreke xerab çêdibe. Heger zimanê bingehîn zimanê zikmakî be û zimanên biyanî jî zimanên bijartî bin, nabe pirsgirêk. Lê dema ku zarok bi zimanê biyanî û dagirkeran perwerdeya bingehîn bibînin, zimanê biyanî dibe zimanê bingehîn; wê demê li şûna sûdê, zirarê dide. Ji ber ku dema perwerdeya bingehîn zimanê biyanî be, bişaftinê bi pêş dixe. Em li kesên li dibistanên tirkan perwerde dibin binihêrin, em dibînin ku bişaftineke mezin heye. Ev zêdetirî 30 sal in, em li vir bi zimanê zikmakî perwerdeyê didin, lê hêj me zimanê tirkî ji nav zimanê kurdî paqij nekiriye. Ji ber vê yekê ji bo kurdan tune bikin di serî de amûra bişaftinê bi pêş dixin. Îro li Bakur bişaftineke mezin heye. Gelek mirovên ku gelek şehîdên wan hene, zimanê zikmakî ji bîr kirine. Ev encama perwerdeya bi zimanê biyanî ye. Zarokên bi zimanê tirkî perwerde dibin, wekî tirkekî/ê mezin dibin. Cudahiya di navbera neteweyan de zimanê wan e.
Girîngî û wateya perwerdeya zimanê zikmakî çi ye, perwerdeya bi zimanê zikmakî bandoreke çawa li ser pêşketina zarokan dike.
Bêguman bandora perwerdeya zimanê zikmakî gelek erênî ye. Dema ku wargeh nû ava bû, ji ber ku gelek mirovên me ji herêm û bajarên cuda hatibûn, devokên wan cuda bûn. Me ji hevdu zêde fêm nedikir. Dîsa di aliyê çandî û civakî de jî aliyên me yên ji hev cuda hebûn. Lê bi xêra zimanê zikmakî ew cudahî nêzîkî hev bûn. Bi saya perwerdeya bi zimanê zikmakî, yekîtiya ziman û neteweyê pêk tê.


