'Yekîtî parastina herî xurt e'

Berdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz li ser astengiyên li pêş yekîtiya demokratîk û xebatên înîsiyatîfê yên ji bo Yekîtiya Demokratîk nirxandin kir. Gulcan Kaçmaz, anî ziman ku di vê pêvajoyê de hem derfetên mezin li pêşiya gelê kurd in û hem jî xetereyên mezin hene û got: “Dema kurd yekîtiyê ava bikin, dikarin hemû planan pûç bikin. Parastina herî xurt a li dijî şerê taybet yekîtî ye.”

1 deqe xwendin
'Yekîtî parastina herî xurt e'

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk bi navê, “Kurdên Bakur yekîtiya xwe ya neteweyî nîqaş dikin” di 26ê nîsanê de li Amedê konferansek pêk anî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek şand û got: “Yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên gelê kurd, pirsgirêka yekîtiyê ye. Ji ber vê yekê yekîtiya demokratîk pêdiviyeke dîrokî ye. Bingeha vê avabûnê jî wê yekîtiya demokratîk, siyaseta demokratîk û muzakereya demokratîk be. Her gava ku li ser vê bingehê bê avêtin, wê pêşeroja me ya hevpar diyar bike.” Berdevka înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz der barê xebatên yekîtiyê pirsên me bersivandin. 

Înîsiyatifê heta niha xebateke çawa kiriye?

Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk, di 11ê gulana 2025an de, li Amedê bi deklerasyonekê xwe ji raya giştî re ragihand. Ji bo ku înîsiyatif xwe bide naskirin, hewce ye ku xebatên xwe berfireh bike. Ji bo wê me li gelek bajarên Kurdistanê û hin metrepolan civîn li dar xistin. Me hinek konferans pêk anîn. 

Di konferansa 26ê nîsanê de çi derket pêş?

Me di 26ê nîsanê de li Amedê bi naveroka “Kurdên bakurê Kurdistanê yekîtiyê nîqaş dikin” konferans pêk anî. Li ser vê mijarê em li hev kom bûn. Bêhtir gel beşdarî xebat û konferansan bû. Lê konferansa herî dawî ku me li Amedê pêk anî, me teng kir û tevlêbûn bi sînor kir. Me xwest em hinekî li ser mijar û pirsgirêka gelê kurd nîqaşan kûrtir bikin. Me xwest li ser yekîtiyê akademîsyen jî cih di nav xebatan de bigirin û li ser xebatên yekîtiyê mafê axaftinê bidin akademîsyenan jî. Dîsa me xwest li ser baweriyan axaftin çêbibin. Ji ber vê yekê ev konferans li gorî konferansên din piçek cuda bû. Beşdariya konferansê gelek baş bû. Me xwest mijara ‘çima heta niha kurdên Bakur nekarîne yekîtiya xwe ava bikin. Astengî û aloziyên li pêş yekîtiya kurdan çi ne? Çima heta îro me yekîtiya xwe pêk neanî? Wekî gelê kurd ji bo em bikaribin yekîtiya xwe ava bikin, ji îro û şûn de hewce ye em xebateke çawa bimeşînin?’ Li ser van mijaran nîqaş hatin kirin û em li bersiva van pirsan geriyan. Niha şerê cîhanê yê sêyemîn didome. Her çendî nav li vî şerî nehatibe kirin jî, îro em di nav şer de ne. Kurdên bakurê Kurdistanê, wekî kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn em vî şerî her roj hîs dikin. Rojhilata Navîn îro ji nû ve tê dîzaynkirin. Lê kurd ne kurdên sedsal berê ne. Di vê dîzaynkirina nû ya cîhanê de ji bo kurd bi ser bikevin, hewce ye ku yekîtiya xwe ava û xurt bikin. Derdê me jî yekîtiya kurdan e. Ji bo em xebatên yekîtiyê baştir bimeşînin me ev konferans pêk anî. 

Îro çima hê jî kurd tên înkarkirin?

Eger îro alozî, astengî tên pêşiya kurdan, eger li dijî kurdan êriş tên kirin û kurd nayên nasîn û mafên wan têne binpêkirin, sedem ew e ku heta niha nekariye yekîtiya xwe ya demokratîk ava bike. Heta îro kurdan yekîtiya xwe ava kiribûya, belkî li rojhilatê Kurdistanê ew şer çênebûya. Hêzên hegemonîk her tim dixazin ax û mafên kurdan kontrol bikin. Her tim dixwazin stratejî û paradigmaya kurdan tune bikin. Li gorî vê yekê li ser kurdan û axa Kurdistanê stratejiyekê dimeşînin. Di vê sedsala 21ê de em jî wekî kurdên bakurê Kurdistanê û înîsiyatîf, stratejîk nêzîkî yekîtiyê dibin. Îro derfeteke mezin derketiye pêşberî me kurdan. Ji bo kurd yekîtiya xwe ava bikin û mafê xwe yê civakî, siyasî û çandî misoger bikin, her wiha ji bo pirsgirêka kurdî bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin, firsendên pir mezin derketine pêşberî kurdan. Li hemberî van firsendên mezin, alozî û gefên pir mezin jî li pêş kurdan hene. Em li ser vî esasî xebata yekîtiyê bi awayekî stratejîk dimeşînin. Me konferans di vê çarçoveyê de pêk anî. 

Kurdan  di vê pêvajoyê de gelek zahmetî dîtin. Lê di 52 salên dawî de berxwedaneke pir mezin jî derketiye holê. Lê eger kurd îro nekaribin yekîtiya xwe ava bikin, di bin sîwanekê de kom bibin, nikaribin kongreyekê pêk bînin, eger kurdên li çar aliyê cîhanê xwe di nav vê yekîtiyê de nebînin û berpirsyariyê negirin ser xwe, kurd dê sed salê din wenda bikin. Ji ber vê yekê divê em vê firsendê bi awayekî stratejîk bi kar bînin û bernedin. 

Astengiyên derve û navxweyî yên li pêş yekîtiyê çi ne?

Her tim li dijî axa Kurdistanê planên dewletan û hêzên hegomonîk derketine holê. Li dijî vê yekê paradîgmayeke nû heye. Dema em qala Yekîtiya Demokratîk dikin, em tenê ji bo gelê kurd nabêjin. Li ser vê axê kîjan ol, çand, ziman, bawerî hebe, em dixwazin bi hev re jiyaneke azad bijîn. Em dixwazin mafê hemû gelan bê misogerkirin. Planên hêzên hegemon her tim hene. Lê înîsiyatîf her tim bi astengiyên navxweyî mijûl dibe. Heta niha em girêdayî kijan partiya siyasî bûn me li gorî wan xebat kir. Hinekan li ser berjewendiyên malbatê, hinekan li ser berjewendiyên eşîran xebat kir. Dema em van partiyan tînin cem hev ji bo yekitiya gelê kurd û Kurdistanê astengî derdikeve holê. Em nabêjin bila fikr û bîrdoziya wan tune be. An jî kes girêdayî ti partiyên siyasî nebe. Lê dema mijar bû mafê gelê kurd û Kurdistanê, wê demê hewce ye ku em bîrdozî, partî, malbat, qabîle û eşîrên xwe deynîn aliyekî û li ser mafê gelê kurd ê hevpar xebatê bikin. Divê xeta me ya sor berjewendiyên gelê kurd ên hevpar bin, berjewendiyên gelê Kurdistanê bin. Em wekî înîsiyatîf vê xebatê dikin. Heta îro ji bo yekîtiyê gelek xebatên bibandor û biqîmet hatine kirin. Lê îro em li encamê dinihêrin, hêj me nekariye yekîtiya xwe ava bikin. Em ê ji îro şûn de bêhtir li ser biaxivin ku em çawa dikarin yekîtiyê ava bikin. Divê êdî em pratîkê jî bi pêş bixin. Tenê axaftin û tespîtkirin têra bipêşxistina yekîtiyê nake. Em dizanin birîna me çi ye. Reçeta wê jî heye. Lê divê em êdî vê reçetê têxin meriyetê û karê pratîk bikin. 

Hûn ê çi bikin û xebatên dîplomasiya navxweyî çi ne? 

Komîsyona me ya dîplomasiya navxweyî heye. Me komîsyona dîplomasiya navxweyî ava kiriye. Lê kêmasiya herî mezin heta îro lawaziyên xebatên li ser partiyên siyasî ye. Îro di nav gel de yekîtiyek xurtir û baştir derketiye holê. Gel di aliyê yekîtiyê de 3-4 gav li pêşiya partiyên siyasî ye. Divê êdî partiyên siyasî guh bidin gel. Partiyên siyasî êdî nikarin li hemberî daxwazên gel çav, guh û devê xwe bigirin. Dîrokê îro spartekek pir mezin daniye pêşiya me. Êdî pratîka wê di destê me de ye. 

Li beramberî gel, partiyên siyasî çiqas di ferqa berpirsyariya xwe de ne?

Partiyên siyasî di ferqa vê berpirsyariyê de ne. Lê alozî hene. Înîsiyatîf di şerê li dijî Rojava de em di mehekê de 5 caran çûn cem partiyên siyasî û me hevdîtin kirin. Eger îro partiyên siyasî nikaribin ji bo yekîtiya gelê kurd û Kurdistanê bi hev re xebatê bikin, wê demê bila yek partî nebêje ez ji bo mafê kurdan dixebitim! Bila nebêjin em partiyên kurdistanî ne. Em nabêjin bila bi temamî têkevin bin sîwana Yekîtiya Demokratîk. Lê em dikarin li ser hin xalên hevpar bên cem hev. Em nêzîkatiyên hin partiyan dibînin 50 sal berê gotinên wan çi bin îro dîsa heman gotin in. Hîn jî me dest ji berjewendiyên partiyan bernedaye. Hêj me ji bo berjewendiyên hevpar ên gelê kurd xebat nekiriye. Em ê dîsa li gel partiyên siyasî hevdîtinê bikin. Lê hewce ye em bêhtir li nav gel xebatê bikin. Niha li Başûr xebat û hamleya “Yek e, yek e, yek e gelê kurd yek e” hat destpêkirin. Li Rojhilat 6 partî hatin cem hev. Li Rojava di 26ê nîsana 2025an konferanseke dîrokî ya yekrêziyê hat lidarxistin. Li bakurê Kurdistanê jî ji bo vê yekê xebat hene. Siyasetmedarên ku dibêjin ‘em kurd in û ji bo mafê kurdan hene’ divê berpirsyariya xwe bibînin. 

Di vê konferansê de partiyên ku nehatin hebûn? Ku nihatibin, çima?

Partiyên nehatin hebûn. Dema me konferans pêk anî, Dayikên Aştiyê jî beşdarî konferansê bûn. Ez bawer im em hêj nizanin kurd çi dijîn. Dayik her tiştî ji mere dibêjin. Divê em êdî berjewendiyên xwe nedin pêş her tiştî. Dayik êdî naxwazin xwîn birije. Lê mixabin hin partî hê jî berjewendiyên xwe didin pêş her tiştî. Hê jî dibêjin înîsiyatîf di bin banê partiyekê û siyasetekê de dimeşe. Dibe ku tevlêbûna partiyekê zêde be. Lê ew partî nûnertiya milyonan dike. Deriyê înîsiyatîfê ji hemû partiyan re vekirî ye. Dema komîsyona me ya dîplomasiyê çû cem partiyên siyasî û hevdîtin kirin, rûpeleke vala dan pêş wan. Gotin ‘wekî înîsiyatîfê em ê vî rûpelî îmze bikin, lê nava rûpelê hûn tijî bikin.’ Ji ber ku bi qasî serê derziyê jî xebatek ji bo yekîtiyê bê meşandin ew pir pîroz e. Lê wan partiyan ew rûpela vala jî qebûl nekir. Ji ber ku zêdetir li ser berjewendiyên tekakesî û partiya xwe dijîn. 

Wekî înîsiyatîf ji niha û şûn de hûn ê vê pêvajoyê çawa bimeşînin? 

Em zêde qala demokrasiyê dikin. Hewce ye em di nav xwe de jî yekîtiyeke demokratîk û aştiyeke mayînde ava bikin. Niha li gel dewletê xebatên muzakere û aştiyê tên meşandin. Lê wekî înîsiyatîf divê em di nav xwe de jî aştiyeke mayînde û demokratîk pêk bînin. Em ê dîsa li gel hemû partiyan xebatan bikin. Lê hin pirsgirêkên me yên cuda jî hene. Em li ser eşîr, cemaet, rûspiyan xebatên xwe dimeşînin. Em li ser pirsgirêkên civakî jî xebatên xwe dimeşînin. Hin plansaziyên me hene. Em ê di 17ê gulanê de li Edeneyê li gel kurd û kurdistaniyên Edeneyê kom bibin û nîqaşan bikin. Em ê di 7ê hezîranê li Cizîrê li gel rûspiyên Mêrdîn, Şirnex, Sêrt û Êlihê kom bibin û pirsgirêka civakî biaxivin. Çima pirsgirêkên civakî zêde dibin û em e çawa çareser bikin? Em ê li ser wê biaxivin. Bi heman mijarê em ê di 23ê tebaxê de li gel eşîr û rûspiyên Colemêrg û Wanê bicivin û pirsgirêkên civakê nîqaş bikin. Em wekî Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk berpirsyariya xwe dizanin. Em bang li hemû gelê kurd û Kurdistanê dikin. Hewce ye yekîtiyek bê avakirin. Ji bo vê yekê xebatek heye. Dayikên aştiyê, jin, ciwan, siyasetmedar, çapemenî, çand xebatan dikin. Hemû kevirên dîwarekî ne. Dema hemû kevir bên ba hev dîwar tê avakirin. Lê ji bo wê xerca yekîtiyê divê. Ku xerca yekîtiyê tune be kevir nayên cem hev û dîwar ava nabe. Dema xerca yekîtiyê di dîwarî de hebe, ti hêz nikarin li pêş vê yekîtiyê raweste. 

Yekîtî dê bandoreke çawa li ser şerê taybet ê li dijî civakê bike?

Şerê taybet ê li ser axa Kurdistanê ne meseleyeke îro ye. Bi salan e li dijî jin û ciwanên kurd şerê taybet heye. Lê di salên dawî de zêdetir bûye. Li ser xwezaya Kurdistanê talaneke pir mezin heye. Her roj jin têne kuştin. Lê kujer nayên cezakirin. Li aliyê din, li Kurdistanê tiryak û fihûş pir zêde bûye û aşkere dikin. Di rêziknameya me de xebatên li dijî tiryak û fihûşê hene. Dema em bi ruhê yekîtiyê biçin ser bûyerên tiryak û fihûşê dê paşve gavan biavêjin. Dema gelê kurd derket kolanan, hemû plan û projeyên hêzên hegeman berovajî kirin. Ruhê yekîtiyê dikare şerê taybet têk bibe. Dema gelê kurd bi yek deng û yek ruhî helwestê nîşan bide, dê şerê taybet pûç bibe û mafê gelê kurd misoger bibe. Xerca herî zexm yekîtiya gelê kurd e. Dema kurd yekîtiyê ava bikin, dikarin hemû planan pûç bikin. Parastina herî xurt a li dijî şerê taybet yekîtî ye.