Artêşa tirk li Bestayê operasyona leşkerî da destpêkirin

Hat zanîn ku artêşa tirk, li Herêma Bestayê ya bi ser navenda Şirnexê ve dest bi operasyonek leşkerî kiriye. Hat ragihandin ku operasyon hem li bejahî ye û hem jî hewayî ye.

1 deqe xwendin
Artêşa tirk li Bestayê operasyona leşkerî da destpêkirin

Hat zanîn ku artêşa tirk, li Herêma Bestayê ya bi ser navenda Şirnexê ve dest bi operasyonek leşkerî kiriye. Hat ragihandin ku operasyon hem li bejahî ye û hem jî hewayî ye. Herwiha helîkopterên şer jî tev li operasyonê bûne. Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî hatin bidestxistin; ji Şirnexê gelek leşkerên artêşa tirk berê xwe dane deverên Besta Hincê, Romaran û Mendîçelî yên bi ser Herêma Bestayê ve.