Avakirina vegotin û honandina senaryoyê

Tişta ku em jê re dibêjin dîroka mirovahiyê, rêwîtî û serpêhatiya hebûna mirov e. Ew rêwîtî ye ku ji hebûneke biyolojîk ber bi hebûneke sosyolojîk û psîkolojîk ve pêk tê.

1 deqe xwendin
Avakirina vegotin û honandina senaryoyê

Tişta ku em jê re dibêjin dîroka mirovahiyê, rêwîtî û serpêhatiya hebûna mirov e. Ew rêwîtî ye ku ji hebûneke biyolojîk ber bi hebûneke sosyolojîk û psîkolojîk ve pêk tê. mirov ji bo ku hebûna xwe ya biyolojîk bidomîne, wek navgîneke xweparastinê civakîbûn bi pêş xistiye û ev destpêka cudabûna mirov a ji giyanewerên wekî din e. Bi vî awayî mirov êdî ne bi tenê heyîneke biyolojîk bû, her wiha heyîneke wisa bû ku ji bo awayên xwe yên hebûnê yên wekî din biparêze mekanîzmayên xweparastinê bi pêş dixist. Bi rêya veguhastina agahî, zanîn û ezmûnan mekanîzmayeke xweparastinê bi pêş xist. Vê yekê jî giyanewerê ku jê re mirov tê gotin hinekî din kir giyanewerekî têkel û sofîstîke.

Ol, felsefe, zanist, bîrdozî û huner di tevahiya dîroka mirovahiyê de navghînên herî xurt ên xweparastinê ne. Mirov ji bo ku zêdetir hebûna xwe ya li rûyê dinyayê watedar bike, pêk bîne û hebûna xwe biparêze di nav lêgerînekê de bûye. Wek encama vê lêgerînê jî, ol, felsefe, zanist, bîrdozî û huner derketin holê. Ji roja ku mirov bi mirovbûna xwe hesiyaye û heta îro xwestiye ku navekî li hebûna xwe bike û ew ji wê rojê heta îro wek pirs û pêdiviyeke pir girîng e.

Vegotina çîrokan, bi rêya çîrokan veguhastina ezmûnên civakî, êş û janên ku hatine kişandin, rêyên ku ber bi bextewariyê ve dibin, heyînên ku veguherandine pîroziyên civakî, nirxan, rê û rêbazan ragihînin nifşên pêşerojê, ji bo ku hebûna xwe ya li rûyê dinyayê watedar bike, ev bi hezar salan in komên mirovan ên bi her cureyî yên ku li rûyê dinayayê hatine avakirin, wek amûreke bingehîn a xweparastinê bi kar tînin. Ango bi wateyeke xwe ya ku pir tê zanîn, çîrok, çîrçîrok û destan ne ji bo buhirandina demên xweş tên vegotin û ew amûrên kêfxweşiyê nînin. Lewra ew wek lêgerîna çareserkirina pirsgirêkên civakê derketine holê.

Di çîrokên fîlmên ku dê sînemaya kurdî biafirîne de dê rengekî vegotinê yê çawa bê bikaranîn, ev vegotin dê xwediyê teşeyeke çawa be, çîrokên van fîlman dê li gor