‘Kirasê ji Agir’ li Wanê eleqeyeke zêde dît

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê ji bo 21ê sibatê belgefîlma “Kirasê ji Agir” da pêşandan. Belgefîlm eleqeyeke mezin dît.

1 deqe xwendin
‘Kirasê ji Agir’ li Wanê eleqeyeke zêde dît

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, li Eywana Sînemayê ya Yilmaz Guney a baroyê belgefîlma “Kirasê ji Agir” da pêşandan. Belgefîlma ku derhêner Keremo kişandiye û qala jiyana Xalid Begê Cibirî û tevgera “Hereketa Azadî” dike, ji hêla welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat. Welatiyan eywana sînemayê tije kir. Malbata Xalid Begê Cibirî, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li nîşandana belgefîlmê bûn.

Piştî nîşandanê li gel derhêner gotûbêj hat kirin û temaşevanan pirs ji Keremo pirsîn. Keremo jî pirsên welatiyan bersivand.