Şaredariya Rêya Armûşê qursa kurdî û farisî vekir
Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê qursa zimanê kurdî û farisî vekir. Merasîma vekirinê li Galeriya Hunerê hat lidarxistin û tevî nûnerên saziyên civakî, gelek welatî jî beşdarî bernameyê bûn.

Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ji bo xizmeta ziman, qursa zimanê kurdî û farisî vekir. Merasîma vekirinê li Galeriya Hunerê hat lidarxistin û tevî nûnerên saziyên civakî, gelek welatî jî beşdarî bernameyê bûn. Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay bal kişand ser wate û giringiya ziman û destnîşan kir ku ew ê di demên pêş de di qada ziman û çandê de xebatên hîn berfirehtir bikin.


