AVAMED, projeya xwe ya nû a ji bo Erxeniyê bi gel re parve kir
Gerînendetiya Giştî AVAMEDê, ji bo kêmkirina rîskên tenduristiya gel û jîngehê li Erxeniyê, ji bo "Tesîsa Parastina Avê ya Bîyolîjîk a Pêşketî" bi beşdariya welatiyan civîneke agahdarkirinê li dar xist.

Gerînendetiya Giştî ya Amedê (AVAMED) di çarçoveya projeya ku bi fînanseya Bankeya Geşepêdanê ya Îslamê û kordînasyona ÎLBANKê tê meşandin de, li Erxeniyê ji bo tesîsa ku tê plankirin were çêkirin ‘Civîna Beşdariya Gel’ pêk anî. Di civînê de hûrguliyên teknîkî yên projeyê hatin parvekirin û nêrîn û pêşniyarên welatiyan hatin girtin.
Kêmasiya binesaziyê zirarê dide xwezayê
Serokê Daîreya Herêma 2yan a Gerînendetiya Giştî ya AVAMEDê Serkan Karyaxan, destnîşan kir ku li Erxeniya ku nifûsa wê ji 141 hezarî zêdetir e, nebûna tesîseke parastina avê barê jîngehê giran dike. Karyaxan diyar kir ku bi pergala ku dê were avakirin, ew armanc dikin ku qirêjiya ji ber avên bermayî kontrol bikin. Tê plankirin ku proje di nava 18 mehan de biqede û rojane bi kapasîteya 19 hezar û 734 metrekup bixebite.
Plana nû li gorî nifûsa salên pêş hat amadekirin
Endazyarê Jîngehê Necdet Buluş, diyar kir ku tesîs dê bi teknolojiya parastina bîyolîjîk a pêşketî bixebite û bi pergala ku azît û fosforê paqij dike, dê av bi awayekî guncavê jîngehê were berdan. Hat ragihandin ku tesîsa ku tê plankirin li Taxa Zonbiqê were avakirin, li gorî nifûsa 209 hezar kesî ya ku ji bo sala 2058an tê pêşdîtin, hatiye projeyekirin.
Ji bo xebatan hemû tedbîr tên girtin
Di çarçoveya projeyê de tê plankirin ku toz, deng û bandorên trafîkê yên ku di pêvajoya avakirinê de çêbibin werin sînordarkirin û ji bo parastina avên bin erd û ser erdê tedbîr werin girtin. Herwiha dê mekanîzmayên ku welatî daxwaz û giliyên xwe ragihînin werin avakirin û serlêdan di demên diyarkirî de werin nirxandin.
Îhaleya şêwirvaniyê ya projeyê dê di 30ê Awrela 2026an de pêk were. Piştî temambûna pêvajoyê, ji bo avakirina binesaziya parastina avê ya ku li Erxeniyê ji mêj ve hewcedarî pê hebû, dê derbasî qonaxa pêkanînê bibin.


