AVKAMED di 2025an de li 17 navçeyan xebat meşand
Gerînendetiya AVKAMEDê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2025an de li navenda bajêr û gundan bi giştî 263 hezar metre xetên ava vexwarinê, kanalîzasyon û ava baranê çêkirin.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) di sala 2025an de li gorî zêdebûna nifûsê û hewcedariyên bajêr, bi kordînasyona pênc dareyên cuda xebatên berfireh meşandin.
Li navçe û gundan xebatên avahiya bingehîn: Serokatiya Daîreya Herêma 1emîn, li 7 navçeyan (Bismil, Farqîn, Pasûr, Çinar, Karaz, Hezro û Lîce) 50 hezar metre xet çêkir. Serokatiya Daîreya Herêma 2yemîn jî li 43 taxên Egîl, Erxenî, Çêrmûk, Çungûş, Pîran û Hênê 40 hezar metre xeta binesazî xist xizmetê.
Li navçeyên navendê jî xetên şebekeyê hatin nûkirin: Ji aliyê Daîreyên Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê ve li navçeyên Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Sûrê bi giştî 51 hezar metre xetên nû hatin danîn.
Di xetên sereke de avahiyên bingehîn hatin kirin: Di xebatên Serokatiya Daîreya Veberhênan û Avahisaziyê de, li ser xetên sereke (îsale) 122 hezar metre xebat hat kirin.
Bi giştî 263 hezar metre xeta avahiya bingehîn: Li gorî daneyên dawiya salê; 180 hezar metre xeta ava vexwarinê û 83 hezar metre xeta kanalîzasyon û ava baranê; bi giştî 263 hezar metre xet li avahiyên bingehîn AMEDê hat zêdekirin.
Der barê mijarê de Gerînendeyê Giştî yê Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) Mehmet Şerîfoglû diyar kir ku xebat bi planeke demdirêj hatine kirin û xizmet bi rengekî bêbirîn û ewle berdewam dikin.


