Hişyariya AVAMEDê: Av heye, lê ne garantiyeke mayînde ye

AVAMED: Îsal li bajêr barîna berfê ya herî zêde ya salên dawî pêk hat, lê kapasîteya parastina ava vexwarinê neguheriye.

1 deqe xwendin
Hişyariya AVAMEDê: Av heye, lê ne garantiyeke mayînde ye

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, diyar kir ku îsal li bajêr barîna berfê ya herî zêde ya salên dawî pêk hatiye, lê kapasîteya parastina ava vexwarinê nehatiye guhertin. AVAMEDê destnîşan kir ku divê av ne tenê wekî xizmeta şebekeyê, lê bi çavkaniyên sererd û binerd re bi hev re bê parastin.

Rêveberê Gerînendetiya Giştî ya AVAMEDê Mehmet Şerîfoglu, derbarê barîna berfê ya zêde ya li bajêr de nirxandin kir. Şerîfoglu anî ziman ku barîna berfê ji bo çavkaniyên avê geşedaneke erênî ye, lê ev nayê wateya ava bêsînor.

Barîna berfê erênî ye lê kapasîte sabît e

Şerîfoglu diyar kir ku îsal li Amedê barîna berfê ya herî zêde ya salên dawî pêk hatiye û got ku tebeqeya berfê ji bo bendav û rezervên ava binerd çavkaniyeke girîng a xwedîkirinê ye. Lê belê wî destnîşan kir ku hilberîna ava vexwarinê tenê bi mîqdara barînê ve ne girêdayî ye.

Şerîfoglu got: “Barîna berfê helbet ji bo çavkaniyên me yên avê geşedaneke dilxweşker e. Lê kapasîteya tesîsên me yên parastinê sabît e. Kapasîteya rojane ya tesîsa me ya parastina ava vexwarinê nehatiye guhertin. Ji ber vê yekê, zêdebûna barînê nayê wê wateyê ku sîstem dikare ava bêsînor hilberîne.”

Divê teserûf ne tenê bi ava vexwarinê re sînordar be

Şerîfoglu diyar kir ku divê rêveberiya avê bi nêrîneke giştî bê girtin û destnîşan kir ku hişmendiya teserûfê divê ne tenê bi ava ku ji mûşekê diherike re sînordar be.

Şerîfoglu bal kişand ser wê yekê ku dibe ku barîn demkî rehetiyekê çêbike û got: “Divê avên me yên binerd û sererd jî bi heman hesasiyetê bêne parastin. Sûdmendiya mayînde tenê bi bikaranîna demdirêj û hevseng pêkan e.”

Şaredariya civakî parastina avê ferz dike

Mehmet Şerîfoglu anî ziman ku AVAMED bi têgihiştina şaredariya civakî tevdigere û got ku xizmeta avê ne tenê xebateke teknîkî ya binesaziyê ye. Şerîfoglu diyar kir ku av rasterast bi tendurustiya gel, domdariya jîngehê û mafê jiyanê yê nifşên pêşerojê re têkildar e û wiha axivî: “Şaredariya civakî ne tenê hilberîna xizmetê ye; birêvebirina çavkaniyên me yên hevpar bi awayekî adil, hevseng û domdar e. Lê parastina avê ne tenê karê saziyan e, wezîfeya hevpar a her kesê ku li vê bajêr dijî ye.”

Rêveberiya avê hişmendiyeke hevpar dixwaze

Şerîfoglu diyar kir ku ew veberhênanên binesaziyê û kapasîteya teknîkî ya AVAMEDê her dem pêş dixin û destnîşan kir ku parastina çavkaniyên xwezayî ne tenê wekî berpirsiyariyeke saziyî dikare bê dîtin. Şerîfoglu bang li welatiyan kir ku avê bi hişmendî û berpirsiyarî bi kar bînin û got: “Av heye lê ne bêsînor e. Her serdemeke barînê ne garantiyeke mayînde ye. Divê av ne dema ku krîz derket, dema ku heye bê parastin.”