Piştî 32 salan hate berdan
Di sala 1994an de li Îdirê hat girtin. Piştî 32 salan ji Girtîgeha Maltepeyê hat berdan.

Sînan Bulbul di sala 1994an de li Idirê hatibû girtin. Sînan Bulbul piştî 32 salan ji Girtîgeha Maltepeyê ya Stenbolê hate berdan. Sînan Bulbul ji aliyê endam û rêveberên MATUHAYDER, nûner û rêveberên ANYAKAYDER, rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Stenbolê û gelek kesan ve hate pêşwazîkirin.


