Li Sûrê dema Amargî ye
Komeleya Çand û Hûnerê ya Amargî ku li Sûrê hatiye damezrandin, armanc dike ku ciwanan li dora çand, huner û ziman li dijî asîmîlasyon û polîtîkayên şerê taybet bicivîne.

Rojda Aydin
Li navçeya Sûra Amedê, deriyekî nû li kolanên ku şopa dîrok û berxwedanê hildigirin vebû. Komeleya Çand û Hunerê ya Amargî bi hêza çand, ziman û hunerê li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û şerê taybet, dest bi rêwîtiya parastina çandê kir. Amargî ku tê wateya “Vegera li cewherê xwe”, armanc dike ku ciwanan bi eslê xwe ve girê bide û dengê civaka ku bîra wan tê jêbirin, bi rêya muzîk, govend û gotinan vejîne. Damezrînerên komeleyê, amadekariyan dikin da ku kolanên Sûrê veguherînin qonaxekê û nirxên çandî yên ku hedefa wêrankirinê ne, vejînin. Armanca Amargî ew e ku li dijî pergala kapîtalîst a ku ciwanan ji nirxên wan dûr dixe, têbikoşe. Bi têgiha “çanda me dîroka me ye” ve girêdayî ne, plan dikin ku di gelek waran de ji muzîk û govendên gelêrî bigire heya ziman û dîrokê lêkolînan bikin.
Ji rêvebiriya Amargiyê, Başûr Gezîcî têkildarî avakirina komeleyê axivî. Başûr Gezîcî destnîşan kir ku wan ji bo gel û ciwanan bi taybetî ev komele ava kiriye û got: “Pergala kapîtalîzmê îro bi taybetî xwe li ser ciwanan dide jiyîn. Ev yek jî parçeyek bişaftinê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin îro vê bişaftinê ji holê rakin. Lewra em fikirîn ku em vê çawa bikin? Me jî biryar da ku cihekî bi vî rengî ava bikin û li ser çandê xebatên xwe bimeşînin. Ji ber ku çanda me dîroka me ye. Pergala kapîtalîzmê dixwaze dîroka me wenda bibe. Ji ber vê yekê êrişên wan li ser çand û zimanê me ye. Em jî wek ciwan û gel dixwazin vê ji holê rabikin. Bi bişaftinê, ciwanan ji çand û zimanê wan dûr dixînin. Berê ciwanan didin kafeyan û wan ji kolanan dûr dixînin. Pergala kapîtalîzmê îro berê ciwanan daye tiryak û fuhûşê. Bi vê yekê re dixwazin ciwanan ji hebûn û çanda wan dûr bixînin.”
‘Hebûn û xwebûna xwe, em ê ava bikin’
Başûr Gezîcî di dirêjiya axaftina xwe de got ku wan li hember van êriş û bişaftinan Komeleya Çand û Hûnerê ya Amargiyê ava kiriye û wiha pê de çû, “Em dixwazin li ser huner, muzîk, govend û dîroka xwe bisekinin û vê yekê nîşanî gelê xwe jî bidin. Ez beriya vê derê jî di nav şanoyê de bûm. Min dixwest ez li ser çand û hûnerê jî xebatên xwe bidomînim. Ji ber vê yekê min di nav Amargiyê de cih girt. Em hemû ciwan jî baş dizanin ku ev bişaftin ji bo me wwndakirin e. Em naxwazin ku wenda bibin. Em ê dîrok, çand û hunera xwe jî li ser hebûn û xwebûna xwe ava bikin.”
‘Çand û huner li kolanan tê jiyîn’
Başûr Gezîcî bi lêv kir ku berê çand û huner jî li tax û kolanan bû û ew ji ber vê yekê dixwazin çand û hunera xwe li kolanên Sûrê belav bikin. Başûr Gezîcî wiha axivî, “Ji bo ku em çanda xwe ava bikin em encax dikarin li taxan vê yekê bikin. Wekî ku em hemû jî dizanin îro avahiyên bilind radibin, lê nav malan di valahiyê de ye. Du kes tên cem hev nikarin bi hev re biaxivin. Parvekirin li nav mirovan nemaye. Ji ber vê yekê em dixwazin vê çandê li Sûrê ava bikin. Em dixwazin enerjiya xwe li vir kom bikin û li hemû bajaran belav bikin. Her wiha li Sûrê şerekî mezin pêk hat û şerekî taybet hat meşandin. Li ser me, ziman, çand, huner û hebûna me êrişek hebû. Me jî xwest em van êrişan ji holê rabikin. Armanca me ew e ku em çand û hunera xwe li Sûrê careke din zindî bikin. Her wiha piştî ew şerê qewimî gel jî tirsiya û ciwan ketin valahiyê û tiştên nexweş xistin nav jiyana xwe.”
‘Em ê xwe bigihînin hemû deran’
Başûr Gezîcî da zanîn ku piştî ew dest bi xebatên xwe bikin dê li hemû tax û kolanan belav bikin û wiha domand, “Em ê xebatên xwe, muzîka xwe li kolanên Sûrê belav bikin. Em ê li ser muzîk û govenda xwe derdên xwe vebêjin. Em ê bi tenê li vir nemînin. Em ê xwe bigihînin hemû deran.”
‘Eleqeyek mezin heye’
Başûr Gezîcî diyar kir ku temenê ji bo şagirtan sînordar nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Em dixwazin hemû kes bên qeydên xwe çêbikên. Em piranî li benda ciwanan in. Em ê rêyên xwe bi ciwanan re ava bikin. Îro em hene û sibehê yên ku dîroka me bidin meşandin dîsa em ciwan in. Ji ber vê yekê em li ser çand, hebûn û xwebûna xwe ne. Serlêdanên me yên kursan dest pê kirine û kursên me dê vê hefteyê dest pê bikin. Em ê di destpêkê de 4 atolyeyan vebikin û perwerdeya xwe bidin. Kursên erbane, govend, zimanê kurdî û tembûrê vebikin û perwerdeyê bidin. Bi taybetî ji bo tembûrê eleqeyek mezin heye.”
‘Em li benda hemû ciwanan in’
Başûr Gezîcî di dawiya axaftina xwe de bi taybetî bang li ciwanan kir û got, “Ciwan li şûna ku diçin cihên din rûdinên, bila bên vê derê rûnên. Bila ciwan bên em bi hev re li ser çanda xwe biaxivin û nîqaşan bikin. Em li benda hemû ciwanan in.”


