Êlihî ji bo ziman meşiyan
Saziyên Zimanê Kurdî li Êlihê meşeke girseyî pêk anî. Parazvanên ziman ku zimanê Kurdî hê jî di fermiyetê de nayê qebûlkirin û xwestin her kes ziman biparêzin.

Nûner û rêveberên Saziyên Zimanê Kurdî di çarçoveya 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de ji kolana Hunerê ya Êlihê heta Parka Yilmaz Guney meşiyan. Hevserokên DEM Partî û DBPê yên Êlihê, rêveber û endamên saziyên civaka sivîl ên Amedê jî tev li meşê bûn. Girseyê di meşê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî”, dowîzên “Zimanê hebûna me ye”, “Em têkoşîna zimanê Kurdî bilind bikin”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Ziman şitila avakirina civakê ye” û “Her netewe bi zimanê xwe heye” hilgirtin.
Girseyê piştî meşê daxuyanî da. Rêvebera Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARÎ-DER) ya Êlihê Leyla Kaymaz li vir daxuyanî da û got: “Zimanê kurdî nirxekî herî bingehîn, jêveneger ê neteweya Kurd û hemû mirovahiyê ye. Mixabin sed salin kurd tên înkarkirin û ji bo wê hewl didin çand û zimanê kurdî ji holê rakin. Bêguman em kurd bi tu awayî destûr nadin ku ev yek pêk bê.”
Leyla Kaymaz destnîşan kir ku jiyaneke bê Kurdî weke laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e û wiha pê de çû: “Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname û jiyana me ya neteweyî, azad û demokratîk e. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye. Zimanê Kurdî xeta me ya sor e. Rêber Abdullah Ocalan jî bi taybetî diyar dike ku ‘xwedîlêderketina ziman û çanda xwe pêwistiyeke mirov bûnê ye. Yên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Yên ku zimanê xwe nizanin û bi pêş ve nebin nîvmirov dimînin. Tu zimanê dayikê hîn nebî, perwerdehiya wê nebînî tu nikarî rast û baş bifikirî. Meseleya zimanê dayikê bi qasî nan û avê girîng e’. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”
‘Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû nirxên kurdan e’
Rêvebera ARÎ-DERê Leyla Kaymaz banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û wiha domand: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê Kurdî jî xurt kirin. Em careke din dibêjin; em heta dawiyê li gel vê banga dîrokî ne. Divê Rêber Abdullah Ocalan bikaribe ji bo pêkanîna aştî û civakeke demokratîk serbest û azad tevbigere û bixebite. Ji bo vê jî divê şert û mercên herî guncav bên amadekirin. Em baş dizanin ku tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû nirxên neteweya Kurd e.”
Leyla Kaymaz, Li ser vê bingehê em ê bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, di navbera 4ê gulanê heta 1ê hezîranê, li hemû derên Kurdistanê û Tirkiyeyê têkoşîn, xebatên cur bi cur bikin. Me meş, daxuyanî, xebatên belavokan, pankart û bîlbordên bi kurdî, civînên zimanê Kurdî plansaziyeke têr û tijî amade kiriye. Werin em hemû Kurd li dora zimanê Kurdî, yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Her rojê bikin roja û cejna zimanê kurdî. Bi van hest û ramanan em 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di şexsê pêşengên zimanê kurdî yên nemir Sêvê Demîr û Denîz Bulbun de diyarî hemû cangorî û têkoşerên zimanê kurdî dikin. 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li me hemû Kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be.”


