Bi hezaran bijîşk li benda kar in

Li Hewlêrê hejmarek bijîşkên nehatine tayînkirin, li ber avahiya Wezareta Tenduristiyê kom bûn û xwestin bên tayînkirinêkirin.

1 deqe xwendin
Bi hezaran bijîşk li benda kar in

Komek bijîşkên ku nehatine tayînkirin, li Hewlêrê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê çalakiyek li dar xistin û xwestin ku di nexweşxaneyan de bên tayînkirin.

Bijîşkan di çalakiya xwe de gotin: “10 meh bendewarî bese û niha dema tayînkirina me ye, ji ber ku pêwîstiya nexweşxaneyan bime heye.’’

Bijîşkên ciwan bang li Wezareta Tenduristiyê û Encumena Wezîran kirin ku êdî bi hêcetên cuda tayînkirina wan paş nexin û biryara dawî bidin.

Li Herêma Kurdistanê bi hezaran derçûyên beşên bijîşkî hene, lê hikûmet û wezaret tevî gelek sozên xwe, heta niha ti kesê tayîn nekiriye. Bi taybetî derçûyên yekem, duyem û sêyem ku divê yekser werin tayînkirin û neyên paşxistin, hîn jî li benda biryarê ne.