Malbat li Rojava ji bo xizmên xwe yên girtî xwe daketin qadan
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine girtin, li gelek bajarên Rojava daketin qadan û xwestin xizmên wan bên berdan.

Malbatên ku xizmên wan ji aliyê hikûmeta şamê ve dîl hatine girtin, li gelek bajarên Rojava kom bûn u xwestin xizmên wan demildest bên berdan.
Hesekê
Malbatên dîlgirtiyan û xelkê Hesekê li Çerxerêya Kevokê ya Til Hecer banga demildest a berdana zarokên xwe yên li gel hikumeta demkî girtî ne kir û gotin: “Heta zarokên me bên berdan emê çalakiyên xwe dewam dikin.” Di çalakiyê de malbatan pankartên "zarokên me berdin, pêwîst e ev dosya beriya hemû dosyayên din werin çareserkirin hildan" hildan.
Dirbêsiyê
Li Dirbêsiyê jî malbatan çalakî li pêş Çerxerêya Jinê li dar xist. Di çalakiyê de hejmarek malbat hazir bûn, wêneyên zarokên xwe hildan. Protestoyê de malbatan siloganên "em dîlgirtiyên xwe dixwazin" berz kirin û diyar kir ku doza wan di radeya yekemîn de dozeke mirovî ye û ji aliyê eleqedar tê xwestin ku bi cidî tev bigerin. Malbatan got bêdengiya aliyên berpirsiyar û berdewama ragirtina zarokên wan zehmetiyên wan zêde dikin.
Malbatan herî dawî anîn ziman ku dê heta daxwazên wan pêk bê, li qadan bin.


