AVAMED li Pîran û Hênê xeta ava vexwarinê fireh kir
Gerînendetiya Giştî ya AVAMED ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo dabînkirina ava vexwarinê ya cihên nû yên niştecihbûnê, li navçeyên Pîran û Hênê bi tevahî hezar û 122 mitro xeta nû çêkir û taxên gundewarî bi şebekeya heyî ve girêda.

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê AVAMED, ji bo ku avahiyên nû yên li gundiyan ava dibin bi binesaziya ava vexwarinê re pêş bikevin, li navçeyên Pîran û Hênê xetên nû yên şebekeyê xistin dewrê. Xebatên ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Herêma 2yan a Karsaziyan de hatin meşandin, hişt ku cihên niştecihbûnê yên li derveyî sîstema heyî mabûn, rasterast bi tora ava vexwarinê ve bên girêdan.
Cihên nû yên niştecihbûnê bi şebekeya heyî ve hatin girêdan
Di çarçoveya xebatan de li navçeya Hênê; li Taxa Kuyularê 150 mitro, li Taxa Kalabayê 210 mitro û li Taxa Abacilarê 42 mitro xeta ava vexwarinê hat raxistin. Li navçeya Pîranê jî; li Taxa 15 tîrmehê ya navendê 300 mitro, li Taxa Bozobayê 300 mitro û li Taxa Yeşilsirtê 120 mitro xeta nû hat çêkirin.
Çêkirina xetan gihîştina avê bi awayekî plankirî xurt kir
Bi çêkirina xeta hezar û 122 mitroyî, ji bo qadên nû yên avahîsaziyê gihandina ava vexwarinê hat mîsogerkirin. Van xebatan alîkarî da ku li taxên gundewarî hewcedariya binesaziyê ligel geşbûna niştecihbûnê bi hev re bê meşandin û gihîştina welatiyan a avê bi awayekî plankirî pêk bê. Serokê Daîreya Herêma 2yan a Karsaziyan Serkan Karyagan diyar kir ku li cihên niştecihbûnê yên gundewarî, plankirina şebekeyê bi awayekî ku qadên nû yên avahîsaziyê li ber çavan bigire tê pêşxistin. Karyagan destnîşan kir ku bi xebatên hatine kirin, rasterast bersiv dane hewcedariya ava vexwarinê ya cihên nû yên niştecihbûnê.


