AVKAMEDê projeyeke mînak çêkir
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (AVKAMED) ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye Tesîsa Parzûnkirina Ava Pakêt a Şilbê ava kir.

Ev tesîsa avê dê kapasîteya ava vexwarinê ya Amedê zêde bike. Ava ku tê vê tesîsê ji Bendava Kralkizi ya li navçeya Pîranê tê. Ev tesîs di 14ê tîrmehê de ket faliyetê û dest bi kar kir.
‘Ev projeya me serkeftinek stratejîk e ‘
Midûrê Giştî yê AVKADEMê Mehmet Şerîfoglû têkildarî vê projeya ku xistin dewrê axivî û got ku ev projeyê ne tenê di alî teknîkî de her wiha di aliyê rêveberiyê de jî cara pêşî ye tê çêkirin. Şerîfoglû wiha got: “Li bajarekî mezin wekî Amedê di demek wiha kurt de çêkirina tesîsa pakêt serkeftinek stratejîk e. Em armanc dikin ku bi vê projeyê avê bigihînin cihên bêav ên Amedê. Bi vê pergalê û projeya nû re em ê hem qalîteya avê û hem jî xizmeta her daîm zêdetir bikin.”


