Axatî

Ji vê pêngavê armanc ew bû civaka kurd bêserkêş û bêpêşeng bihêle û dîsa rol û mîsyonê bide axa û hevkarên xwe.  Lewre ji sala 2016an heta roja me (2026), yanî di deh salan de li Kurdistanê bi hezaran axa vejandin an jî nû ji hevkarên xwe hinek weke axa li ser civakê ferz kirin.

1 deqe xwendin
Axatî

Bahadîn Robar

Pergala axatiyê weke ku di Rojhilata Navîn de sazûman bûyî, li ser erdnîgariya Kurdistanê jî weke sazûmaniyek dîrokî û civakî rolek gelek girîng girtiye ser xwe. Ev pergal tenê ne weke pergaleke aborî, lê di heman demê de avadaniyek pir tebeqe ya siyasî, civakî û peywendiyên çandî jî digire dorhêla xwe. 

Çêbûna sazûmaniya axatiyê li ser avadaniya eşîran, qelsbûna desthilatên navendî, têkiliyên erd û milk û peywendî û hevkariya dewletê ya bi hêzên pragmatîk (kêrhatî) re danî şêwe girtiye û derketiye holê. Ev gotar; kok û rabirdûya axatiyê, sazûmanbûna wê ya di erdnîgariya Kurdistanê de, dewletên navendî çawa axatî weke mekanîzmeyeke pêşîlêgirtin û kontrolkirinê bikar aniye û bi taybetî jî di sedsala 20emîn de çawa li dijî tevgerên azadiya Kurdistanê erkdar kirine, digire dest.

Gerhard Deorfer zanyarekî alman e ku li ser bandora zimanên moxolî û tirkî li ser farisî û zimanên herêmê xebatên herî kûr kiriye. Ew di cîlda yekem a pirtûka xwe de vê peyvê bi hûrgilî weke peyveke ‘proto-moxolî’ pênase dike Ji moxolî derbasî tirkî bûye û ji tirkî jî derbasî kurdî bûye nêzî 600- 700 salan e ku kurd wê bikar tînin. Ango peyva ‘’axa’’ peyveke bi moxolî ye û weke ‘’aka’ di wateya birayê mezin de hatiye bikaranîn. Di tirkî de jî weke wateya birayê mezin, pêşeng, parêzvan, berevan û reys’’ lê hatiye barkirin. Di nava civakên Asyaya Navîn de têgeha ‘’axa’’ di nava êl û eşîran de zilamê (mêr) xwedî desthilat û di serdema dewleta Osmaniyan de jî hem weke şaneke leşkerî hem jî weke statûyek sivîl-îdarî hatiye bikaranîn.

Lê mixabin di erdnîgariya Kurdistanê de pergala axatiyê ji wateya peyvê ya etîmolojîk zêdetir berfireh e û xwedî pêkhatinek xweser û taybet e. Peywendiyên feodal û axê/erdê, yanî milkdarî, rêxistinbûna civakî ya li ser bingeha eşîran, qelsbûna desthilata dewletê û lixwegirtina komkirina bacê, ewlehî û dadweriya hêzên herêmî re derdikeve pêşiya me. Van taybetmendiyan kiriye ku axatî ne tenê dewlemendek xwedî erd û zevî be, di heman demê de kiriye rêveberiyeke herêmî ya çalak û xwedî raye.

Di erdnîgariya Kurdistanê de xîmê pergala axatiyê, pergala ji berî axatiyê ya weke begîtî (beg) û mîrîtî (mîr) bû. Di tevahiya Serdema Navîn de mîrektiyên bihêz ên Botan, Soran, Hekarî û Bedlîsê heremên xwe (Kurdistan) xweser-nîvxweser bi rê ve dibirin. Di wê serdemê  de desthilata herêmî di destê mîr û began de bû. Erd û zevî piranî di destê eşîr û began de bû. Serokeşîr serokê xwezayî yê civaka xwe bû.

Dewletên navendî (Osmanî û Safevî) mîrektiyên kurdan weke hêzeke tampon bikaranîne; di karên wan de xweseriyên berfireh dane wan. Yanî em dikarin wiha bêjin ‘axatî’ di erdnîgariya Kurdistanê de piştî hilweşîn û jiholêrakirina mîrektiyên kurdan ên bihêz derket holê û valahiya mîrektiyan dagirt û li gorî berjewendiyên dewletên navendî hat bikaranîn.

Sazûmanbûna axatiyê ya di erdnîgariya Kurdistanê de di navbera sedsalên 17emîn û 19emîn de pêk hat. Bi taybetî di sedsala 18emîn de dema Osmanî êdî nikarîbû bacê kom bike û hêza xwe winda kir, raye da giregir û pêşengên eşîran. Ev kes bi demê re derketin asta ku bacê kom bikin, li ser gundiyan bibin xwedî hêz û desthilat, bibin xwedî erd û navbeynkariyê di navbera gundî û dewletê de bikin. Bi vî awayî hem girêdana xwe bi dewetê re xurt kirin û hem jî ji berjewendiyên gundî û civaka xwe zêdetir berjewendiyên dewletê û desthilatê esas girtin.

Di sala 1858an de qanûna erd û zeviyan hat derxistin û erd û zeviyên eşîrên kurdan bi awayek rasterast li ser axayan hatin tomarkirin/qeydkirin. Ev yek bû xala teqezbûna axatiyê ya ji hêla aborî ve. Yanî civak/gundî bûn benî û bendewarên axayan. Piştî bi qoçaneyan (tapu) zevî hatin tomarkirin û radestî axayan hatin kirin; erd û zeviyên eşîrê bûn milkê axayan yên fermî, statûya gundiyan bû keraxtî û xulamiya axayan. 

Piştî jiholêrakirina mîrektiyên kurdan a ji hêla Osmanî ve (bi taybetî hilweşandina mîrektiya Botanê 1847-1850/3) valahiya derketî holê ji hêla dewleta navendî ve bi axa, şêx û serokeşîran hat dagirtin û muxetabê dewletê yên li Kurdistanê bûn axa, şêx û serokeşîrên xwefiroş.

Yanî em dikarin di vê dar barê de wiha bêjin; di wê hengameya mîrektiyên kurdan têk çûyîn û hatîn hilweşandin de û hêj dewletê desthilatiya xwe li Kurdistanê saz nekirî pergala axatiyê weke deqek reş û pergalek ne li gorî çand û kevneşopiya kurdan derket holê. Fonksiyona pergala axatiya siyasî ya herî berbiçav ew bû ku dewletên navendî ji bo gelê kurd kontrol bikin axa weke toreke klîentalîst (bendîperwer, kes an jî pergala ji kesek din re nêçîrê bike) bikar anîn.

Osmanî ji parçebûna civaka kurd sûd wergirt û bi vê re li ser pişta axayan bac kom kir, leşker berhev kir, pêşî li serhildanên gel girt û civak bi darê axayan ji xwe re xiste qalibê fermanberiyê. Dewletê axayên dilsoziya wan bi dewletê re bihêz dikir û eşîrên serbixwe tevdigeriyan qels dikir. Heta serdema komarê bi vî awayî hat. 

Di serdema komara Tirkiyeyê de di serhildanên kurdan de axayên alîkarî didan dewletê dihatin hatin xelatkirin û yên piştgirî nedidan dewletê yan jî bêalî diman dihatin darvekirin an jî dihatin sirgunkirin. Herwiha ji hêla dewletê ve pêşbaziyek di nava eşîran de hat derxistin û piraniya axayan ketin di nava hewldana ku eşîrên xwe qanî bikin û di safên dewletê de cih bigirin. Piştî salên 1950yan di serdema pirpartîtiyê de êdî dewletê axa weke gencîneya dengan (rey) girtin dest û gelek takemaf/îmtîyaz dan wan da di hilbijartinan de ji wan re dengan bidin dayîn.

Li Tirkiyeyê di navbera salên 1925 -1995an de dewletê pişta axayan xurand, raye û paye, çek û pere û nirx û prejtîjek mezin da wan. Di her serhildan û daxwazeke kurdan ya azadî û serxwebûnê de axa li dij hatin bikaranîn. Bi taybetî piştî Partiya Karkerên Kurdistanê (1978) derket ser dikê piştgirî û sempatiya civakê qezenç kir û dewletê otorîteya xwe li Kurdistanê winda kir êdî serî li rê û rêbazên cudatir dida. Her ku gel hişyar bû xwe ji pişt axayan avêt, dewletê destê axayan xurtir kir, ji gilîkirinê bigire heta talan, desteserkirina milk û malên civakê, revandin, windakirin û heta kuştinê raye da axayan û mil bi milê leşker û hêzên taybet re ev karên qirêj û dijmirovî kirin. Gundên kurdên serhildêr şewitandin û gel koçber kirin. Axayên ev pêkanînên dewletê qebûl nedikirin an dihatin kuştin an jî dihatin koçberkirin û li şûna wan kesên hevkar û stûxwarkirî dihatin erkdarkirin. Em dikarin bêjin ji sedî 80-90 axayan xwe spartin deshilatê û li dijî maf û daxwazên kurdan ên mirovî û xwezayî rawestiyan.

Heta tê zanîn hêzên kurd ên serhildêr stranek ku digot; ‘’De lêxin lêxin birano lêxin, dijminê mezin axa û şêx in, şêxan bikujin axa pelêxin’’, belav kirin û bi vî awayî helwesta xwe li hember şêx û axayan nîşan dan. Bi vê nêzîkatiyê bandora axayan ya li ser civakê şikest. Her çiqas dewletê ew kiş kirin Tevgera Azadiyê û alîgirên wê jî zêde bibandor nebûn. Bes piraniya axayan çekên dewletê hildan û bûn sercerdevan û bi hezaran kurdên xeşîm, nezan, belengaz, hejar û xapandî jî li dora xwe kom kirin û li dijî kurdên azadîxwaz şer kirin. Ji 1995an û vir ve bi taybetî ji destpêka salên 2000î heta sala 2015an bi awayek berbiçav axa ji civakê îzole bûn, bêqîmet û bêbandor bûn. Piştî şerê xweseriyê yê sala 2015-2016an û derbeya Cemaeta Fetulah û AKPê bi hev re organîze kirî desthilata AKP-MHPê careke din destdirêjî li hemû destketiyên kurdan kirin. Bi sedan sazî, ajans, tv, kovar, rojname û dezgehên siyasî, çand, ziman, huner û yên ragihandinê bi awayek bê qanûnî girtin, bi hezaran siyasetmedar û pêşengên kurd avêtin zindanan û bi hezaran jî neçar man biçin sirgunê. 

Ji vê pêngavê armanc ew bû civaka kurd bêserkêş û bêpêşeng bihêle û dîsa rol û mîsyonê bide axa û hevkarên xwe.  Lewre ji sala 2016an heta roja me (2026), yanî di deh salan de li Kurdistanê bi hezaran axa vejandin an jî nû ji hevkarên xwe hinek weke axa li ser civakê ferz kirin. Salên berê di nava eşîrekê de axayek hebû. Bavikên eşîran jî li jêr kontrola axayê eşîrê kesek didan pêşiya xwe bes kêm axayên bavikan rasterast peywendî bi dewletê re datanîn. Her tişt di bin destê axayê mezin re derbas dibû. Heta bixwaze çek, pere û raye û paye ji dewletê digirtin û li hemberî dadgehan jî dihatin parastin.  

Dewletê dît ku axa nikare tevahiya eşîrê kontrol bike, lewre vê carê eşîr bavik bavik û malbat bi malbat ji hev cuda kirin ji her bavikek û malbatekê herî kêm kesek weke axa dan pêş. Ji îhaleyan bigire heta piştgiriyên fînasal, siyasî û civakî statû da wan û li pişt wan sekinîn. 

Yanî weke encam ez bêjim; têgeh û pergala axatiyê ne aîdê kurdan e. Kurd ji hêla mîr û began ve dihatin rêvebirin. Mîr û began hemû pirsgirêkên civakê yên şer, lihevhatin, xîzanî, parastin, ewlehî, hiqûqî, çandî, civakî û tendirustî çareser dikirin, di nava civaka kurd de aramî, wekhevî û xweşbînî belav dikirin. Lê pergala axatiyê ku ketiye şûna mîr û began berevajiyê wê, pêkutî, şelandin, destdirêjiya mal, milk û namûsa civakê, dijderketina daxwazên maf û azadiya gelê kurd, li hember hev danşerkirina eşîr û rêxistinên kurd ên azadîxwaz û ji navêbirina aramî û aştiya nava gelê kurd ji xwe re weke erka sereke diyar kirine. 

Her kesê ku hewl û hizra axatiyê di xwe de dihewîne di esasê xwe de li dijî hebûn û xwebûna hemû destkeftî û pîroziyên kurdan in. Lewre axatî amûreke dewletê ya birayî li hember birayî dike dijmin, dide şerkirin, dide kuştin û bi vî awayî gelê kurd parçe parçe dike û ji armanc û têkoşîna wî ya azadiyê dûr dixe ye. Bi taybetî ez li ser herêma Botanê bêjim; hin kesên welê derketine dibêjin; em axa ne, nikarin sturê (qiloç) du bizinan ji hev vekin. Di tevahiya emrê xwe de pirsgirêkeke civakê çareser nekirine, destê ketiyekî, feqîrekî, rêwiyekî, sêwiyekî negirtine. Herwiha di emrê xwe de pirtûkek nexwendiye, ne bi zimanê efendiyê xwe ne jî bi zimanê kurdî nikarin navê xwe binivîsin, di civat û civînekê de nikarin du peyvan bînin ber hev, cîhana wan hemû li dora gund, bajar, eşîr û efendiyê wan yê ku jê re koletî û melaqiyê dikin pêk tê. Rabûne dibêjin; ‘ez axa me’. Di nava civaka kurd de têgeha axatiyê tê wateya, diz, xayîn, hîlebaz, tecawîzkar, xwefiroş, nezan, bêbext, çavpîs, çikûs, xweperest û hwd. Her kes dikare axayekî nêzî xwe lêkolîn bike. Ez îdîa dikim ku herî kêm 3-4 sûcên mezin ên min li jor nivîsandî li ser stûyê wî heye, bes di qanûn û hiqûqê dewletê de pir û pak e. Di vê serdemê de kesên li pey axaya biçin û bibin dûvikê wan tê wê wateyê ku an pir nezanin an jî ew jî xwedî heman feraset û heman sûcan in. Bijî kesê azad, bijî civaka azad, bijî Kurdistana azad…