Azadiya Welat

Îkram Balekanî Êdî Azadiya Welat tenê ne sloganek, ne sembolek, ne rojanemeyek e, ew heqîqet e. Çawa ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan di helbesta Derwêşê Evdî de gotiye; “Ya hatiye erêkirin, kurdbûn û jiyana azad e. Êdî ew rastiyeke ebedî ye.”

1 deqe xwendin
Azadiya Welat

Di hemû qadên jiyanê de sê qonax hene; zarok, mezin, pîr... Ev yek di nava têkoşînê de, di nava edebiyatê de heta di nava hemû beşên jiyanê û xwezayê de heye. Destpêk, pêşketin û encam heye. Gava em dêna xwe didin dîroka çapemeniya azad jî em heman tiştî dibînin. Bo nimûne em dêna xwe bidin Azadiya Welat. Welat destpêk e, Welatê Me pêşketin e û Azadiya Welat jî encam e. 

Di şert û mercên giran ên têkoşînê de, di serdemeke ku 70 sal bû zimanê kurdî, çand, nasname û hebûna kurdan hatibû qedexekirin, komeke ciwan dest bi Welat kir. Rojnameya Welat di sala 1992yan de dest bi weşanê kir lê piştî du salan ji aliyê dewleta tirk ve hate qedexekirin.

Êdî kurdan weşangerî tam kiribû. Kesî nedikarî meşa weşana azad rawestîne. Vê carê bi navê Welatê Me berdewamî meşa xwe kirin. Rojnameya heftane ya Welatê Me di sala 1994an de dest pê kir lê ew jî wekî Welat piştî du salan ji aliyê dewleta tirk ve hate qedexekirin. Vê carê, di sala 1996an de Azadiya Welat çeka têkoşîna Welat û Welatê Me rakir û dest bi weşana heftane kir. 

Ev ne tenê rojnameyek bû, bi rastî jî dibistaneke kurdî bû. Niha bi dehan nivîskar, helbestvan û romannivîsên kurd ên ku hûn dibînin, hemû xwendevanên destpêkê yên Azadiya Welat in. Ew bi Azadiya Welat hînî xwendin û nivîsîna kurdî ya latînî bûn. Bi rojnameyê re hem hîn bûn, hem mezin bûn û hem xebat xurt kirin. Gelek ji wan paşê bûne nivîskarên rojnameyê.

Azadiya Welet her roj dibû platformeke nîqaşê. Li  ser rastnivîs, gotin, wate û wergerê niqaş dihatin kirin, biryar dihatin girtin. Beşa radaksyonê ya rojnameyê ev yek wekî wezîfeyeke pîroz pêk dianî. Azadiya Welat bibû navendeke girîng ji bo kurdên beşên din jî. Bi taybetî kesên ku ji Rojhilat dihatin, ava Azadiya Welat vedixwarin.

Li kêleka Rojnameya Heftane Azadiya Welat bi navê Weşanên Welat (WW) dest bi weşangeriyê kir. (Li kêleka rojnameya heftane Azadiya Welat, weşanxaneyeke bi navê Weşanên Welat(WW) dest bi weşangeriyê kir.) Hin pirtûk û ferhengok jî çap kirin.  Her wisa biryar da ku Kovara Mizahî ya bi navê Pîne derxe.

Bi Kovara Pîne, kelecan kete nava kurdan, rih da xwendina bi kurdî. Yekemîn Kovara Mizahî ya bi kurdî bû ku li bakurê Kurdistanê dihate weşandin. 

Kesên ku nizanin, wê çaxê bi navê Rewşa Awarte ku bi tirkî jê re digotin “OHAL” têketin û derketina Kurdistanê qedexebû. Her der di bin fermana leşkerî de bû. Rojname li Kurdistanê qedexebûn. Navenda Rojnameyê li Stenbolê bû. Ji bo ku bigihîje Kurdistanê bi qaçaxî yan bi destan dihatin belavkirin. Kovara Pîne jî di serdemeke wisa de dest pê kir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji girava Imraliyê peyamek şandibû ji bo xebatkarên Kovara Pîne û gotibû ku di nava kurdî de mizah beşeke girîng digire û cihê mizahê taybet e. Xebata Pîne jî wekî xebateke pîroz bi nav kiribû. 

Piştî vê peyamê Pîne bal kişand. Med TVyê reklama Pîne weşand. Belkî bê bîra we. “Pîne, bigerîne, bixwîne. Pîne...”

Kovara Pîne coşeke nû bû. Herî dawî rêjeya wê tenê li Amedê gihîşte heşt hezaran. Tîrajeke zêde bû ji bo weşaneke bi kurdî. Piştî vê tîrajê dewleta tirk Kovara Pîne jî qedexe kir. Lê nedikarî pêşiya meşa bi kurdî bigire. Zir Pîne, Kermêş, Pîne Times, Sator û kovarên din yek bi du yekî hatin weşandin û hatin girtin. 

Lê ti kesî nedikarî pêşiya meşa azadiyê bigire. 

Azadiya Welat piştî 10 salan ango di sala 2006an de biryar da ku dest bi weşana rojane bike û navenda xwe jî ji Stenbolê anî Amedê. 

Bi vî rengî ev bû qonaxa encamê... 
Niha bi dehan televîzyon, radyo, kovar û rojname têne weşandin. Êdî dara Azadiyê şên bûye. 

Ji zanîngehên başûrê Kurdistanê heta Zanîngeha Kobanê, Zanîngeha Rojava bi hezaran xwendekar beşên ragihandinê dixwînin. 

Qazî Mihemed sirûda Ey Reqîb a Yûnis Reûf Dildar wekî sirûda neteweyî hilbijart û Komara Kurdistanê li Mahabadê bi fermî hate naskirin. Her çend ku Komar hate hilweşandin û Qazî Mihemed îdam kirin jî niha ew rih, ew sirûd li hezaran dibistanên rojavayê Kurdistanê tê xwendin. 

Êdî Azadiya Welat tenê ne sloganek, ne sembolek, ne rojanemeyek e, ew heqîqet e. Çawa ku rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan di helbesta Derwêşê Evdî de gotiye; “Ya hatiye erêkirin, kurdbûn û jiyana azad e. Êdî ew rastiyeke ebedî ye.”