Ka xêr û bereketa berê!
Kebaniya wek min bêkêr bûya jî, nîviyê nanê xwe bi hevîrî dixist ser ariyê û diherimand û dikir pitepit û birebir. Dilikumî tasa wê ya avê û pîstika hevîrtirşê wê dipengizî erdê û diçû malê bi maliyan diket li zarokên xwe dida û welhasilî kelam, bi vî awayî dem dibihurî.

Salên notî mala min li Amedê navçeya Rezan li taxa Dîrekxanê bû. Ji wê demê ve ez hîn li heman taxê me, lê li wir gelek guhertin çêbûn.
Wan deman cîrantî hebû; tax biçûk bû lê mirov dilfireh bûn.
Di kolana me de, du tenûr hebûn; yek tenûra xaltîka Bêzê û yek jî a mala xalê Dawo.
Mala min û xaltîka Bêzê li hember hev bûn, deriyê me li hev dinihêrîn û tenûr di bin guhê min debû.
Ji şeveqa sibê û hetanî êvarê, dû û dikêla tenûrê bi ser me de dihat. Ji bo dora tenûrê, şer û pevçûna jinên taxê bû.
Lê belê, dora tenûrê jî qayde û quralê wê hebûn.
Jina jêhatî sibê zû beriya ku hevîrê xwe bistirê radihişt qirşikekî û di qulika dîwarê tenûrê re radikir û digot ev dora min e.
Kê berê dora xwe daniya ser tenûrê, wê nanê xwe beriya her kesî lêxista. Îcar ne dorek û ne du dor û ne sê dor, beriya nîvro, dîwarê tenûrê bi dehen darik û qirşik , dihatin danîn, yanî ev nîşaneya kevaniyan bû.
Lê divê nîşaneya wan ji hev cuda bûya. Mînaka yekê darikê pembo bûya, ya din qaşikê daran bû, ya din textik bû ya din sergîn bû, welhasilî kelam, her xirecir bû ji bo dora tenûrê.
Gelek caran jinan şûna darikê xwe diguherî û dora xwe dixistin pêşiya hev û li ser wê şer derdiket. Gelek caran bi dengê bilind û bi çêr û gotinên nexweş diçûn hev.
Kevaniya ku jîr bûya, nanê xwe lêdixist û teşta nanê xwe dida ser serê xwe û bi kêfxweşî berê xwe dida malê, wek hespa kihêl.
Kebaniya wek min bêkêr bûya jî, nîviyê nanê xwe bi hevîrî dixist ser ariyê û diherimand û dikir pitepit û birebir. Dilikumî tasa wê ya avê û pîstika hevîrtirşê wê dipengizî erdê û diçû malê bi maliyan diket li zarokên xwe dida û welhasilî kelam, bi vî awayî dem dibihurî.
Lê gelek caran jî sohbet û nîqaş û henekên ser tenûrê jî xweş bûn.
Jinan gelek caran ji bo dora tenûrê şer jî bikirana lê ji hevdu nedixeyidîn; her bi ken û kêf bûn, zehmetî û xizanî hebû lê têkiliyên cîrantiyê xurttir bûn.
Karê cîrantiyê kolektîf bû.
Qedir û qîmeta mirovahiyê zêde bû.
Di navberê de çend sal derbas bûne, em niha li wan rojên xwe digerin.
Berê gotineke pêşiya hebû, digot ‘dew ji mala û dan ji mala, anî kir şîva pala’.
Ev jî diyar dike ku jiyaneke kolektîf hebûye.
Niha jî, ‘nan ji marketê û mast ji marketê û pere ji qertê, li ku maye wê xêr û bereketê’!


